Li Silêmaniyê bi RPG êrişî baregeha Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kirin

25-09-2020
RÛDAW
Aram Muderrîsî, Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê
Aram Muderrîsî, Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê
Nîşan Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Aram Muderrîsî Silêmanî Komara Îslamî ya Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Silêmaniyê baregeha Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê rastî êrişeke çekdarî hat. Lêkolîn derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin lê berpirsên wê hizbê Îranê tohmetbar dikin.

Li bajarê Silêmaniyê şeva derbasbûyî demjimêr 12.38 Sekreteriya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê rastî êrişeke bi RPG hat.

Aram Muderrîsî, Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û got, li ser şeqama Silêmanî ber bi Qeredax êrişeke bi RPG bo ser Serkirdayetiya Navendî ya Komeleyê hat kirin.

Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Îranê bi encamdana êrişê tohmetbar dike û amaje bi wê jî dike ku ew êriş tiştek çaverênekirî nîne.

Aram Muderrîsî got, “Li gor hinek zanyariyên îstîxbaretî ku li aliyê me ne, em agahdar bûn ku Komara Îslamî di fikra çalakkirina hinek ji torên terorîstî yên xwe de ye bo weşandina zebir li ser hêzên şoreşger ên Rojhilat, bi diyarkirî jî Hizba Demokrat û Komele.”

Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê aşkere jî kirk u ti ziyaneke canî û maddî ji ber wê êrişê çê nebûye û derbarê armanca êrişê jî got, “bi pişterastî armanc Navenda Serkirdayetiya Komeleyê bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst