Teqînek li Efrînê çêbû: Mirî û birîndar hene

25-08-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de mirî û birîndar hene.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li embareke bombeyan a çekdarên grûba Mihemed El-Fatihê teqînek çêbû.

Teqîn li nêzîkî Encûmena Xwecihî ya Efrînê çêbûye.

Amarekî rast a derbarê kuştî û birîndar nîne lê hêzên parastina sivîlan û çend ambûlans çûn cihê teqînê.

Li gorî zanyariyên destpêkê ji ber teqînê herî kêm çekdarekî wê grûpê miriye û yek jî birîndar bûye.

21ê Tebaxa 2024an jî motorsikletikî bombekirî li kolaneke Taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst