CENTCOMê ji bo Cîgira Mazlûm Ebdî bi Tirkî peyama sersaxiyê belav kir

25-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê CENTCOM
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - CENTCOMê ji bo Fermandara Giştî ya Odeya Operasyonên Hevbeş a Hêzên Hevpeymanan û HSDê û her wiha Cigîra Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Selwa Yûsif (Jiyan Efrîn) a ku 22ê Tîrmehê di êrîşa droneke Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê de canê xwe ji dest dabû, bi Tirkî peyama sersaxiyê weşand. CENTCOMê di peyama bi Tirkî de destnîşan kir ku Selwa Yûsif "serkirdeyeke girîng a HSDê bû ku di şerê li dijî DAIŞê de pêşengtiya hêzan dikir."

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duh Yekşemê ji bo Cigîra Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Selwa Yûsif (Jiyan Efrîn) a ku di êrîşa droneke Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê de canê xwe ji dest dabû, bi Îngilizî peyama sersaxiyê weşandibû lê îro Duşemê li ser hesabê xwe yê bi Tirkî yê Twitterê bi zimanê Tirkî jî peyama sersaxiyê belav kir.

CENTCOMê di peyama sersaxiyê ya ku li ser hesabê xwe yê bi Tirkî yê Twitterê de anî ziman, “Cigîra Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Selwa Yûsif ya bi nasnavê ‘Jiyan Efrîn’ di 22ê Tîrmehê de li bajarê Qamişloyê di encama êrîşan de tevî 2 rêhevalên xwe yên jin canê xwe ji dest da. Selwa Yûsif li Bakurê Sûriyê serkirdeyeke girîng a HSDê bû ku di şerê li dijî DAIŞê de pêşengtiya hêzan dikir ji dema bilindbûna tekoşîna têkbirina îdeolojiya hovane ya di sala 2017an de. CENTCOM ji malbatên 3 şervanên HSDê, Bakurê Rojhilatê Sûriyê û HSDê re sersaxiyê dixwaze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst