Li Duhokê welatiyek ji kîsê xwe şitlên daran dikire û diçîne

25-05-2023
Heyder Doskî
Li Duhokê welatiyek ji kîsê xwe şitlên daran dikire û diçîne
Li Duhokê welatiyek ji kîsê xwe şitlên daran dikire û diçîne
Nîşan Duhok Batêl Çandina Daran
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li nahyeya Batêlê yê Sêmêl a Duhokê, welatiyek li ser erka xwe daran diçîne. Heta niha wî bi destê xwe 305 şitilên daran çandine ku piraniya wan darên fêkiyan e.

Şitleke nû li cadeyên nahyeya Batêlê diçîne ku hejmara wê 305 e. Dilşad bavê sê zarokan e, 3 sal in ji kîsê xwe şitlan dikire û dest bi çandina darên berhemdar kiriye.

Gelek caran hevjîna wî jê re gotiye ku pereyên zarokan dide şitlan û diçîne.

Welatiyê ni navê Dilşad Ekrem ê ku ji kîsê xwe daran diçîne got, “Di destpêkê de hinek pirsgirêk hebûn, got tu gelekan dikirî. Paşê dema dît ku zarok tên, kêfa wan jî jê re hat, got em hez dikin tu bikirî. Piştî ku dît ku xelk jê sûd werdigire piştevaniya min kirin.”

Her cure daran diçîne, yên pêşî çandin berhemên xwe dan, her kesên ku di kolanan de diçe para xwe dixwe, yên ku nû çandine jî ew bi xwe lê dinêre.

Dilşad Ekrem, “Ez dikarim bibêjim ku ez her roj, li wan dinêrim, wek zarokekî li wan dinêrim. Heger tu di destpêkê de lê nenêrî û neparêzî, dê sala pêş de mezin bibin heger sala yekem çavdêriya wan bikim dê berhema wan bixwin.”

Di 5 salên borî de rêjeya şînahiyê ya li navçeya Batêlê gihîştiye ji %50. Pişka herî mezin a wê rejeyê ya Dilşad Ekrem e. Ew bi xwe karmendê bi peyman ê şaredariyê ye. Serokê şaredariyê karê wî wek mînak dibîne.

Serokê şaredariyê yê Batêlê Idrîs Ebdullah anî ziman, “Em wek erkekî pîroz dibînin, bi taybetî zêdekirina keskatiyê. Fermanberek e, ji bilî karê xwe yê rojane ku bi awayekî serkeftî dike, karekî din jî dike ku çandina daran e, bi rastî jî cihê serfiraziyê ye, em gelekî pê kêfxweş dibin.”

Armanca wî ew e ku navçeyê hemû şîn bike, peydakirina alavên çandinê û şitil tekane daxwaza wî ye ji bo ku hemû rêyan vejîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst