Li Êlihê kûliyên goştxwir hatin dîtin

20-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Kûliyên Goştxwir Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kercewsê ya ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ve kûliyên goştxwir ku dirêjiya wan nêzîkî 25 santîmetreyan e hatin dîtin û pisporan hişyarî daye ku divê ev kûlî neyên kuştin.

Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Kercewsê Metin Kaplan diyar kiriye ku welatiyekî navçeyê li ser otomobîla xwe kûliyekî goştxwir dîtiye ku dirêjiya wî nêzîkî 20 heta 25 santîmetreyan bûye.

Kaplan dibêje, “Ev corê kûlî piştî paleya ceh û genim tê dîtin û ji ber bê xwarin dimînin tên cihên nîştecihbûnê. Ev cor bi taybetî êvaran nêçîrê dike û goşt jî dixwin.”

Ev corê kûliyan wek “saga ephippigera” têne bi navkirin û pispor hişyariyê didin ku ji ber ku ji çandiniyê baş in divê bên parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst