Li Dêrsimê perwerdeya werzişên avê tê dayîn

25-04-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Çemê Munzûrê Bendava Kebanê Werzişên Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çemê Munzûrê û Bendava Kebanê perwerdeya werzişên avê tê dayîn.

Li Çemê Munzûrê û Bendava Kebanê perwerdeya fêrkirina werzişên kano û raftîngê berdewam e.

Xwendekarên di navbera 13 û 17 salî de li Çemê Munzûrê û Bendava Kebanê yên li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê fêrî werzişên kano û raftîngê dibin.

Rahênerê wan diyar kir ku dê xwendekarên wan beşdarî pêşbaziyên fermî bibin.

Rahêner Alî Akbulut li ser perwerdeya fêrkirina werzişên kano û raftîngê got:

“Destpêkê me bernemeya perwerdeya bingehîn da destpêkirin. Raftîng çi ye? Çawa tê kirin? Rêkar û amûrên wê çi ne?

Rêbazên avjeniyê û rizgarkirinê çi ne? Piştî wê siwarbûna li belemê û rûniştin û kişandina sekanê. Me dest bi fêrkirina teknîkên bingehîn kir.”

Piştî perwerdeya bingehîn xwendekar bi xwe li belem û qeyikan siwar dibin û dest bi pratîkê dikin.

Rahêner Serhat Yildiz jî anî ziman:

“Ji bo beşdariya rahênanê niha li Navenda Werzişên Avê ya Pertagê 30 werzişvanên kanoyê û 35 werzişvanên raftîngê hene.

Li navenda Tunceliyê 30 werzişvanên raftîngê hene û rahênan li avên herikbar û neherikbar tên kirin.”

Çemê Munzûrê yek ji cihên herî guncav ên werzişa raftîngê ye û salane pêşbaziyên fermî li wê derê têne kirin.

Çemê Munzûrê ji bo werzişa raftîngê parkura herî dirêj a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye û dirêjahiya wê 36 kîlometre ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst