Sofî Mehmûd Pêşmergeyê Komara Kurdistanê di 102 saliva xwe de koça dawî kir

25-04-2023
RÛDAW
Nîşan Komara Kurdistanê Sofî Mehmûd Mehmûd Aqayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşmergeyekî serdema Komara Kurdistanê ku heta dawiya emrê xwe pêşmergetî kir, di 102 saliya xwe de koça dawî kir.

Mehmûd Aqayî ku wek Sofî Mehmûd tê naskirin, xelkê gundê Yaxacê yê devera Hewşarî ya Rojhilatê Kurdistanê, şeva borî li Başûrê Kurdistanê koça dawî kir.

Sofî Mehmûd di serdema Komara Kurdistanê de bûye Pêşmerge û piştî hilweşina Komara Kurdistanê jî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de pêşmergetiya xwe berdewam kiriye.

Navenda Hêzên Pêşmerge ya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) got, “Sofî Mehmûd jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên netewa Kurd terxan kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst