'Berdewamiya danûstendinên Tirkiye û Sûriyê dê bandoreke xirab li Rojavayê Kurdistanê bike'

25-04-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Siyamend Haco
Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Siyamend Haco
Nîşan Siyamend Haco Telal Mihemed Civîna Çar Alî Sûriye Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Siyamend Haco di derbarê danûstendinên di navbera Tirkiye û Sûriyê û civîna çar alî ya ku li Moskowê hat lidarxistin de got “Berdewamiya danûstendinên Tirkiye û Sûriyê dê bandoreke xirab li Rojavayê Kurdistanê bike.”

Roja Sêşemê 25ê Nîsana 2023an  li Moskoya paytexta Rûsyayê ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyê de civîneke 4 alî pêkanîn. Piştre wan daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Wezarate Berevaniyê ya Tirkiyê piştî civînê daxuyaniyek belav kir û ragihand, di civînê de li ser mijarên bihêzkirina rewşa ewlehî ya Sûriyê, asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyê, rûbirûbûna rêxistinên “terorî û zêde  radîkal” ên  li Sûriyê û zêdekirina hewldanên ji bo vegera bi ewle ya penaberên Sûrî yên li Tirkiyê, gotûbêj hatine kirin. Tekezî li ser berdewamiya civînên 4 alî jî hatiye kirin, wiha jî aliyên beşdar, tekezî li ser yekrêzî û yeketiya xaka Sûriyê kiriye.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê jî ragihandiye ku di civînê de wan vekikşîna hêzên Tirkiyê ji nav xaka Sûriyê, herwiha cîbicîkirina rêkeftina taybet bi Rêya Navdewletî ya M-4, gotûbê kiriye.

Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê civînê dike û dibîne ku bandora berdewamiya van danûstandinan wê li ser Rojavayê Kurdistanê û opozisyona Sûriyê hebe.

Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Siyamend Haco got “AKPê dixwaze ji hilbijêrên xwe û miletê Tirkiyê re bide xuyanê, eger em li ser desthilatê bimînin em ê bi rejîma Sûriyê re lihevhatinekê çê bikin, em ê van çar milyonên Sûrî ku hene, vegerînin welatê wan, em dizanin jî kêşeyeke mezin di vê hilbijartinê de ew e, pirsa PKKê, di van hilbijartinan de, Erdogan, hikûmeta Erdogan dixwazin bidin xuyakirin, li Sûriyê şerê PKKê dike, û ew û rejîm li Sûriyê wê li hember PKKê derkevin. Ev yek zelal e, Tirk van danûstandinan dikin ji bo hilbijartinê, lê ne zelal e di paşerojê de çawa bibe, eger AKPê di van hilbijartinan de biser bikeve, dibe ev danûstandin bêne rawestan û egereke mezin jî heye berdewam bikin. Di baweriya min de, eger berdewam be, êdî roleke xirab li ser Kurdên Sûriyê re û Kurdistana Sûriyê re wê hebe, herwiha li ser rikeberiya Erebî jî.”

Sekreterê Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdistanî, ku yek ji partiyên Rêveberiya Xwesr e, Telal Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêje, eger lihevkirin û sazanek di navbera wan aliyan de hebe, li ser Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ye.

Sekreterê Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdistanî Telal Mihemed dibêje “Encamên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û li ser Rêveberiya Xweser û li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê hebin, ji ber ku nakokî di navbera her çar dewletan de hene, lê tiştê wan bigihîne hev, lihevkirinek li ser projeya Rêveberiya Xweser e, lihevkirinek li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk û li ser deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ye. Heta niha biryar yan guftûgo li ser pirsgirêkê bi rengekî leşkerî tê kirin, di dîmena Sûriyê de dîmeneke leşkerî ye, ango çima herçar wezîrên berevaniyê dê bicivin, lê çima wezîrên derve li bi hev re rûnanin, çima serokê hikûmetê yan serokên dewletan bi hev re rûnanin.”

28ê Berfanbara 2022yan, civîneke sêalî bi beşdarbûna wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Rûsya û Sûriyê hate lidarxistin û biryar hatibû dan ku civînên bi vî awayî berdewam bin, piştre jî bi beşdarbûna Îranê cîvîn bû çaralî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst