Li Kampa Berdereş alîkarî bi ser penaberan de tên belavkirin

25-04-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Kampa Berdereşê ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê hatibû pêkanîn
Kampa Berdereşê ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê hatibû pêkanîn
Nîşan Kampa Berdereş Duhok Penaber Koçber
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li Kampa Berdereş alîkarî li ser penaberan têne belavkirin, Komisyona Bilind a Penaberan jî ji bo her malbateke penaber û koçber 240 hezar dînarên Iraqî yan jî 200 dolar terxan kiriye, ku wê 110 hezar malbat sûdê ji wan alîkariyan werbigirn.

Komîsyona Penaberan a ser bi Netewên Yekgirtî (NY) ve ji bo her malbateke koçber û penaber, 240 hezar dînar terxan kirine û roja 20ê vê mehê jî dest pê hatiye kirin ku ew alîkarî bi 110 malbatan de ku 550 hezar kes in, li seranserê Iraqê bê belavkirin.

Li Herêma Kurdistan û Iraqê nêzikî milyonek û 400 hezar koçber û penaber hene û 247 hezar û 400 kes ji wan penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ne. Beşek ji wan dê bêş bin ji wan alîkariyan ji ber ku tenê koçber û penaberên li kampan dimînin ku ji aliyê lîjneyekê ve hatine destnîşankirin, dê sûd ji wê alîkariyê bibînin.

Reşîd Husên, Nûnerê Komîsyona Penaberan a ser bi NYê ve, diyar dike, ku ew ên li kampan dimînin dê sûdê ji vê alîkariyê bibînin û ew koçber û penaberên li derveyî kampan jî komsîyona wan dê lêkolînekê bike û ew malbatên zêdetir pêdiviya pê heye, alîkarî dê bi ser wan de bê belavkirin.

Kargeriya Kampa Berdereşê di heyama qedexeya hatinûçûnê de 4 caran alîkarî bi ser penaberan de belav kirine lê niha pêdkivî bi alîkariyên zêdetir heye.

Penabera bi navê Nacya Mihemed dibêje, “240 hezar dê têrî çi bike? Tu biçî sûkê tu dê 250 xerc bikî, ev gelek kêm e.”

Penaberek din a bi navê Gulistan Ebduletîf dibêje, “Em hatinî hemû perê me çû, her tişt li vê derê bûha ye, ne tenê 240 dan me, 400 dan me lê gelek kêm e.”

Rêkarên bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê, hinek astengî li hember xizmetên koçber û penaberan pêk anîne.

Bêwar Kerîm, Rêveberê Kampê, dibêje, vîrusa koronayê karîgerî li ser hemû mirovatiyê çê kiriye ji ber ku “qedexeya hatinûçûnê zehmet, derkevtin qedexe ye, ev hemû asteng in, lê me weke kargêriya kampê hewl daye zêdetir alîkariya vî xelkî bikin.”

Kampa Berdereşê cotmeha sala derbasbûyî, ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê hatibû pêkanîn ku 1700 malbat tê de dimînin û hejmara akinciyên wê 6 hezar û 823 kes e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst