Mahsun Kirmizigul spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir

25-03-2023
RÛDAW
Nîşan Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mahsun Kirmizigul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêjê navdar Mahsun Kirmizigul ji bo alîkariyên erdhejê spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir.

Stranbêjê navdar ê ji Amed a Bakurê Kurdistanê Mahsun Kirmizigul îro Şemiyê 25ê Adara 2023an li ser hesaba xwe ya Twitterê spasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir.

Mahsun Kirmizigul di tweeta xwe de got, “Spas ji bo dostên Çewligî yên li Almanyayê dijîn, yên li Azerbaycanê, dostên ku li Hewlêrê, London, Berlîn, Holanda û Parîsê dijîn, spas ji Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ya Kurdistanê re û her kesê ku keda wan hebû, alîkarî û piştgirî dan. Em ê li navenda xwe ya koordînasyonê bi heman awayî berdewam bin di alîkariyê de.”

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku di nav de Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêt jî hebûn bûne sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kesan.

Stranbêj Mahsun Kirmizigul jî yek ji wan kesan bû ku li herêma erdhejê alîkariya ziyandîtiyên erdhejê dikir ku di berdewama tweeta xwe de ragihand, ew ji ber “pirsgirêkên tenduristiyê” piştî 37 rojan ji herêma erdhejê vediqete.

Stranbêjê navdar Mahsun Kirmizigul ê ku li gundê Wezîr ê Hênê ya Amedê ji dayik bûye bi eslê xwe ji bajarê Çewligê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst