Li Rojavayê Kurdistanê ji ber lehiyê zerer gihişt mal û milkên welatiyan

25-03-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Ji ber lehiyî 10 pir û çend xanî hilweşiyan û 5 rê hatin girtin
Ji ber lehiyî 10 pir û çend xanî hilweşiyan û 5 rê hatin girtin
Nîşan Rûdawa Rojava Rojavayê Kurdistanê Dêrik Lehî
A+ A-

Dêrik (Rûdaw) - Ji ber rabûna lehiyê li Dêrikê û Çil Axa û derdora wan 10 pir û çend xanî hilweşiyan û 5 rê hatin girtin û zerer gihişte mal û milkên welatiyan.

 

Li Dêrikê û Çil Axa ya Rojvayê Kurdistanê baraneke gur barî  û lehî rabû û av derbasî 25 malên welatiyan bû, 15 serî pez mirar bûn û derdora 40 mirîşkan jî xeniqîn.

 

Welatiyekî Kurd li Dêrikê rahiştiye 2 qazên xwe yên ku ji ber lehiyê xeniqîne û dibêje, wek çawa li Efrînê mirişkên xelkê dihatin dizîn, li Dêrikê û derdora wê jî, ji ber lehiyê mirîşk û qazên wan di ber ava lehiyê re çûn.

 

Şaredariya Dêrikê jî dide xuyakirin, ku ew çend puirsgirêk hene û divê karekî berfireh bê kirin.

 

Dîwarê ku di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de ji ber hêza avê herifî û jinek Kurd Menîfa gazinan dike.

 

Hevserokê Şaredariya Dêrikê Feremez Hemo dibêje ew di amadebaşiyê de ne û projeya wan ji bo paşerojê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst