Li Heskîfê qehweya bi şîr û hingiv pêşkêşî mêvanan tê kirin

25-02-2024
RÛDAW
Nîşan Heskîf Hilwe Qehwe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Heskîfa dîrokî ya Êlihê qehweya "Hilwe"yê bi mewîjê hêjîran, gûz, xernûf, hingiv û şîr tê tevlihevkirin û tê amadekirin.

Esnafê Heskîfê Ozgur Dagtekînê 32 salî diyar kir ku gelek herêman qehweya wan a taybet heye û qehweya Hilwe jî li herêma Heskîfê tê çêkirin û taybet e.

Ozgur Dagtekin da zanîn ku qehweya Hilweyê bi baldarî amade dikin û wiha got:

"Pîvaneke hemûyan heye. Ger pîvana wê ne li ser hedê xwe be tema wê têk diçe. Ji ber vê yekê em bi baldarî amade dikin.”

Omer Faruk Cîhanê 30 salî jî diyar kir ku ew li navçeyê qehweyê difiroşe, Hilwe ji cureyên din ê qehweyê şirîntir e û ev qehwe pêşkeşî mêvanên navçeyê dikin.

Muhammed Halîl Şahînê ku ji Almanyayê çûye serdana navçeyê jî destnîşan kir ku ew cara pêşî ye qahweya Hilweyê vedixwe û wî gelekî jê hez kiriye.

“Ji tama wê têr nabin”

Mehmet Emîn Şîmşekê ku li navçeyê mamoste jî anî ziman ku ziyaretvan bêyî qehweya Hilweyê vexwin ji navçeyê naçin û got:

"Kesên li Heskîfê dijîn her tim vê qehweyê vedixwin. Ji tama wê têr nabin. Kêfa li Hesenkêfê di vê qehwê da ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst