Hewlêr (Rûdaw) - Civata Ruhanî ya Êzidiyan biryar da ku mehr ji 75 gramî zêr dakeve 40 gram zêr.
Civata Ruhanî ya Êzidiyan bi beşdariya Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg îro civiya.
Di civînê de behsa mehrkirina keç û xortên Kurd ên Êzidî hat kirin.
Biryar hat dayîn ku mehrkirina keçên Kurdên Êzdî li Kurdistanê û li dervey Kurdistanê ji 75 gramên zêr bibe 40 gram zêr.
Şêwirmendê Civata Ruhanî ya Êzidiyan Xalid Nermo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, "Êzidî di rewşeke zehmet a aborî û siyasî de ne, bihayê zêr jî berdewam bilind dibe.
Armanca vê biryarê ji bo keç û xortên Êzidî hêsankirina pêvajoya zewacê ye."
Hat gotin ku divê hemû alî pabend bin û kesê ku pabend nebe nayê mehirkirin.
Lê eger kesek bixwaze dikare nextê kêmtir jî bistîne.
Civata Ruhanî ya Êzidiyan 11ê Kanûna Paşîn a 2025an, li ser vê mijarê civiyabû û dem dabû muxtarên gundan, serokên eşîran û hevwelatiyên Êzidî da ku nerînên xwe li ser vê biryarê bibêjin, lê piştî ku ev biryar bikeve warê bicihkirinê, divê hemû pê pabend bin.
Biryara diyarkirina 75 gram zêr wekî mehr ji aliyê Civata Ruhanî ya Êzidiyan ve di serdema Mîr Tehsîn Beg de sala 2009an hatibû diyarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse