Şandeyeke partiyên Rojavayê Kurdistanê çû cihên hatine bombebarankirin

25-01-2024
Hisên Omer
Şandeyeke partiyên Rojavayê Kurdistanê çû cihên hatine bombebarankirin
Şandeyeke partiyên Rojavayê Kurdistanê çû cihên hatine bombebarankirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş Şandeya Partiyên Siyasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke partiyên Rojavayê Kurdistanê çûn wan cihên rastî êrişên Tirkiyeyê hatibûn.

Şandeya partiyên siyasî îro demjimêr 09:30î ji bajarê Qamişloyê bi rê ket û ewil çû wêstgeha elektirîkê ya Qamişloyê dît.

Berpirsên tîmên teknîkî zerer û ziyanên ku êrişên Tirkiyeyê gihandine binesaziyan ji endamên şandeyê re nîşan dan.

Nûnera şandeyê jî gotarek pêşkêş û got ku “Tirkiyeyê şerê qirkirinê li dijî xelkê herêma bakurê rojihilatê Sûriyeyê” ragihandiye.

Şandeya partiyên siyasî herwiha zeviya el-Odeyê ya li nêzîk bajarokê Tirbespiyê jî ziyaret kir.

Di dîmenan de wêrankariya ku êrişên balafirên Tirkiyeyê li şûn xwe hiştiye diyar dibe.

“Wêrankariya em dibînin cihê şermezarkirinê ye”

Nûnerê Partiya Nûjenî û Demokrasiyê Îbrahîm Selac got:

"Em wekî grûpa partiyên siyasî yên bakurê rojhilatê Sûriyê, hatine serdana cihên ku faşîzma Tirk, hikûmeta Tirk ew bombebaran kiribûn.

Ev cih saziyên aborî ne, xizmeta xelêk navçeyê dikin. Saziyên petrol, elektirîk û avê ne.

Em niha li ser van wêstgehan digerin. Bi rastî wêrankariya ku em dibînin cihê şermezarkirinê ye, ew ne nîşana nêrîneke mirovî û demokratîk in a hikûmeta Tirkiyê lê ew nêrîneke hovane ne armanca wê qirkirin û nehiştina gelên herêmê ye."

Piştî zeviya el-Odeyê, şandeya partiyên siyasî çûn serdana wêstgeh û kargeha gazê ya li Siwêdiyê.

 Kargeha gazê ya li Siwêdiyê di encama êrişên Tirkiyeyê de ji kar ketibû û ew jî bûye sedam ku xelkê herêmê ji gaz û elektrîkê bê par bimîne.

Tirkiyeyê ji 12ê Kanûna Paşînê ve di 5 rojan de hêzên asmanî yên Tirkiyeyê 80 cih li Rojavayê Kurdistanê kirin armanc ku piraniya wan binsaziyên xizmetguzariyê bûn.

Di encamê de,  kartên enerjî,  petrol, û gazê û hinek wêstgehên avê, elektrîkê, nexweşxane û aş jî ji kar xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst