Daxwaz tê kirin Fransa welatiyên xwe yên li kampên Rojavayê Kurdistanê werbigre

25-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Fransî bi armanca wergirtina welatiyên xwe ji kampan, serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Şanda Fransî ku ji berpirsê karûbarên kirîzan a hikûmeta Fransayê Stephan Romatet û şandeyeke teknîkî pêk hatibû, duh Duşemê 23ê Çileya 2023an li bajarê Qamişlo serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) kir û ji aliyê Hevserokê Daîreyê Bedran Çiya Kurd, Cîgirê Hevserokatiyê Fener El-Giêt û endamên Desteya Rêveberiyê Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.

Civîna berpirsên Fransî û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ya li Qamişlo, bi armanca wergirtina welatiyên xwe ji kampên li Rojavayê Kurdistanê bû. Fransî spasiya dersthilatdarên Rojavayê Kurdistanê dikin.

Derbarê civînê de Serokê Şanda Wezareta Derve ya Fransayê Stephane Romatet got: “Me behsa pirsa emnî û rewşa kampan kir ku hun wek nûnertiya hemû welatên welatiyên wan di wan kampan de ne, serpereştî dikin û ew jî erkekî giran e li ser mile we û spasiya karên we dikin.”

Ji sala 2019an ve proseya wergirtina welatiyên biyanî ji kampên Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye û li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, du kamp li Rojavayê Kurdistanê hene ku kampên Hol û Roj in û nêzîka 60 hezar kes di wan de dijîn. Ji wê hejmarê 12 hezar ji wan biyanî ne ku 8 hezar ji wan zarok in û welatiyên 57 welatan in, ji wê hejmarê 35ê wan welatiyên xwe wergirtine û heta niha wan welatan nêzîka 3 hezar û 200 kes wergirtine.

Ew pêngava hikûmeta Fransayê di demekê de ye, Rêxistina Amnesty International daxwazê ji desthilatdarên Parîsê dike ku hemû welatiyên xwe yên li kampên Rojavayê Kurdistanê werbigre.

Berpirsa Beşa Milmilane û Koçberan Li Amnesty Tcherina Jerolon jî dibêje: “Tişta Rêxistina Amnesty International di dema çendîn mehan de daxwaz kiriye ew e ku dawiyê li proseya nirxandina dosye bi dosyeyê bînin û proseya wergirtinê bileztir bikin. Hê jî nêzîka 100 zarok û nêzîka 50 jin li kampên bakurê Sûriyê mane.”

Li gor amarên rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî, ji sala 2019an ve, Fransa yek ji wan welatan bûye ku herî zêde welatî ji wan kampan wergirtine û heta niha 129 Fransî hatine wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst