Hişkesaliyê cotkarên Dêrsim û Çewligê nîgeran kiriye

25-01-2023
Ali Haydar Gozlu
Cotkarên Dêrsim û Çewlîgê berê xwe didin vê hişkesaliyê û dilgiran dibin
Cotkarên Dêrsim û Çewlîgê berê xwe didin vê hişkesaliyê û dilgiran dibin
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Parêzgehên Dêrsim û Çewlîg ên Bakurê Kurdistanê, par vê demê di bin berfê de bûn, lê îsal rewş berovajî ye û mehek maye ku buhar dest pê bike lê hîna jî berf û barana pêwîst nebariyaye û xweza hişk û ziwa xuya dike.

Cotkarên wan herdû parêzgehan berê xwe didin vê hişkesaliyê û dilgiran dibin. Ew dizanin ku saleke zehmet li pêşiya wan e.

Pispor jî dibêjin %60ê axa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ketiye bin bandora hişkesaliyê.

Serokê Komeleya Pêşxistina Hawirdorê ya Çewlîgê Cuma Karaarslan got: “Li Çewlîgê me genim av nedida, genimê me ji berfê ava xwe digirt. Lê niha em neçar in av bidin, eger em avê peyda bikin û ava di bendava de têrê bike. Ava heyî em dê pê genim av bidin û ji keskahiyên din re dê av nemîne û ev jî karesatek e. Êdî kes nikare pêşbînî bike di jîngehê de dê çi guhertin çê bibin.”

Debara xelkê Dêrsim û Çewlîgê li ser çandinî û ajaldariyê ye.

Cotkarên Çewlîgê dibêjin, divê ji bo vê hişkesaliya ku bi ser wan de hatiye hikûmet tiştekî bike û tedbîrên pêwîst werbigre.

Welatî Mustafa Aslan got: “Li Tirkiyê û herêmê pirsgirêkek mezin heye, lê divê dewlet li vir be û di vî warî de alîkariya gel bike.”

Welatî Selahattin Erdem jî dibêje: “Eger sîstema girtî neyê avakirin bandora hişkesaliyê dê zêdetir bibe. Ava me nîne, em mexdûr in, em dixwazin dewlet alîkariya me bike.”

Li Dêrsimê ku bi zivistana xwe ya bi berf û sermayê tê naskirin, par vê dema salê bi metreyan berf li erdê bû. Lê îsal  di Çileyê zivistanê de hêj bê berf e, dibêjî qey nû payîzê lê destpê kiriye.

Serokê Odeya Çandiniyê yê Dêrsimê Suleyman Uluç jî got: “Barîna berfê li Dêrsimê ji payîzê dest pê dike û bi baranê didome, lê îsal ne berf ne jî baran bariye. Kesên ku bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl dibin dê îsal ji vê yekê zirarê bibînin.”

Cotyar Abdullah Taşkin jî dibêje: “Tevî ku me sala borî ji sedî sed berhema keda xwe nedît jî, nîvê wê bidest xist, lê îsal ne berf barî û ne jî baran barî. Eger wisa bidome em dê zerar bikin.

Niha hêviyeke welatiyan maye ku ji niha û şûn de berf û baran bibare daku zerareke zêde nebînin û jîngeha wan têk neçe. Pispor dibêjin ger bi vî awayî berdewam bike dê îsal gelek pirsgirêkên bê avî û hişkesaliyê li Bakurê kurdistanê û Tirkiyê derkevin holê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst