Serokê Herêma Kurdistanê û Konsolê Koreya Başûr civiyan

25-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsolê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Çoy Kwanjîn civiyan û di wê hevdîtinê de peywendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 25ê Çileya 2022yan pêşwazê li  Konsolê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Çoy Kwanjîn kir ku erka wî bi dawî tê.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî spasî li kar û hew‌lên Çoy Kwanjîn yên ji bo pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Koreya Başûr kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest.

Barzanî herwiha bal kişand li ser rola Tîma Zeytûn a Serbazî ya Korî û Ajansa Koica û destxweşî li  gel û Hikûmeta Koreya Başûr kir ku hevkariyan pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve Konsolê Giştî yê Koreya Başûr jî, spasiya xwe ji bo Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê pêşkeş kir ku  di dema erkê wî de, hevkar û piştevanê wî bûn û hêvî xwest peywendiyên welatê wî li gel Herêma Kurdistanê pêşketîtir bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst