DÊRELOK - Ji ber bombebarana firokeyan du kesan canê xwe ji dest dan

25-01-2019
Nasir Elî
Heta niha ne diyar e ku firokeyên Tirkiyê ew dever bombebaran kiriye an na
Heta niha ne diyar e ku firokeyên Tirkiyê ew dever bombebaran kiriye an na
Nîşan Tirkiye Bombebaran Amêdî Welatî Kuştin
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li gundê Çemkê Tûyê li nêzîkî Geliyê Reşave yê ser bi bajarokê Dêrelûkê li sînorê navçeya Amêdiyê, du kesan ji ber bombebarana firokeyan jiyana xwe ji dest dan. Lê heta niha ne diyar e ku firokeyên Tirkiyê ew dever bombebaran kiriye an na.

 

Serdar Hêtutî ku yek ji xizmên wan du kesan e, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Çar roj berê du zilamên gundê me yên bi navên Bextiyar Hesen û Ziyad Hecî Hêtutî çûbûn gundê xwe, lê ji duh ve ti agahî ji wan nedihat, îro jî xizmên wan ji bo ku rewşa wan bizanin, çûbûn cihê wan, lê firokeyên Tirkiyê ew der bombebaran kirin û canê xwe ji dest dane.”

 

Li gor gotina Serdar Hêtutî, wan du kesên ku ji ber bombebaranê jiyana xwe ji dest dane, xizmên hev in û temenên wan di navbera 30 – 40 salî de ne û herdu jî zewicî ne.

 

Rêveberê Bajarokê Dêrelûk Samî Uşane ev agahî ji Rûdawê re piştrast kir û ragihand ku niha termên wan ber bi Dêrelûk tînin û piştî du saetan dê bigihîjin bajarok û li komelgeha Hêtut werin veşartin.

 

Roja çarşema derbasbûyî jî firokeyên Tirkiyê gundê Zilî û çend cihên din ên devera Nihêlê ya ser bi bajarokê Dêrelûkê bombebaran kirin û di encama bombebaranê de çar kesan canê xwe ji dest dan. Lê termên du kesan nehatin dîtin û du xortên din jî winda ne.

 

Zêdetirî 20 sal e Tirkiye bi hinceta hebûna baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li deverên Başûrê Kurdistanê û sînorê parêzgeha Duhokê bombebaran û topbaran dike. Ji ber bombebaranan nêzîkî 360 gundên parêzgeha Duhokê hatine valakirin. Ji bilî zirarên maddî, tenê di nav sala borî de ji ber bombebaranan 10 kesan li Amêdiyê jiyana xwe ji dest dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst