Tirkiyeyê bi dronê êrişî xaleke HSDyê kir

05-08-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye HSD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê Tirkiyeyê bi dronê êrişî xaleke leşkerî ya HSDyê kir.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), droneke Tirkiyeyê li gundê Gerbawiyê yê Qamişloyê li nêzikî parzûngeha petrolê bi 2 mûşekan êrişê xaleke leşkerî ya HSDyê kir.

SOHRê da zanîn ku ew xala leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) beriya niha hatibû valakirin.

Ew xala leşkerî bi qasî 8 kîlometreyan dûrî Balafirgeha Qamişloyê ye.

Derbarê mirî û birîndaran ti agahî nehatin bidestxistin.

Heta niha HSDyê jî li ser mijarê ti daxuyanî belav nekiriye.

Li gorî SOHRê, îsal Tirkiyeyê 87 caran bi dronan êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Di wan êrişan de 28 kesan canê xwe ji dest daye.

Herwiha 26 şervan û 16 sivîl jî birîndar bûne ku di nav wan de 3 jin û 3 zarok jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst