HEWLÊR - Malbateke Xiristiyan a Sûriyeyî dûrî hezkiriyên xwe Christmasê pîroz dike

24-12-2023
Helebja Sadon
Malbata Xiristiyan a Sûriyeyî/Wêne: Rûdaw
Malbata Xiristiyan a Sûriyeyî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Cejna Christmasê Xiristiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberên Xiristiyan ên ku ji Sûriyêyê koçberî Herêma Kurdistanê bûne, îsal ji kesûkarên xwe dûr bi dilekî şikestî pêşwazî li Cejna Christmasê dikin.

Malbateke Xiristiyan a ji bajarê Helebe yê Sûriyeyê cara yekem e ku Cejna Christmasê dûrî kesûkarên xwe pîroz dikin.

Ev malbata Xiristiyan nêzikî salek berê ji Helebê berê xwe daye Herêma Kurdistanê û ji vir jî dê here Awistralyayê.

Wekî her cejnên Christmasê îsal jî amadekariyên cejnê dikin lê vê carê ji hezkiriyên xwe dûr.

Penaberê Xiristiyan ê ji Sûriyeyê Selîm Edîb got, “Dema em li Sûriyeyê bûn em bi kesûkaran, hevalan re li hev kom dibûn.

Lê niha kesek nemaye. Tenê ez, hevjîna min û kurê min. Li Sûriyeyê cejn cuda bû.”

“Li vir kesekî me nîne ku em roja cejnê biçin serdana wan”

Penabera Xiristiyan a ji Sûriyeyê Teresa Edomiyê jî wiha anî ziman, “Dema em li Sûriyeyê bûn, me di cejnê de gelek xwarin amade dikirin.

Me aprax, kutilk û şîrînî çêdikirin û malbat hemû li hev kom dibû lê niha em hindik çêdikin ji ber ku kesek nemaye.

Li vir kesekî me nîne ku em roja cejnê biçin serdana wan. Ez tenê bêriya vê yekê dikim.”

Qezaya Enkaweyê dema ku berê xwe didin Hewlêrê ji Xiristiyanên Sûriyeyê re jî penagehek e.

Bi xemilandina malan û dab û nerîtên Xiristiyanên Îraq û Herêma Kurdistanê cejnên xwe derbas dikin.

Stranên koroyê jî beşek in ji dab û nerîtên Christmasê.

Serbest Mistefa xelkê bajarê Kobaniyê ye û ev 4 sal in tevlî koroya Christmasê dibe.

Serbest Mistefa bi xwe Misilman e lê bîrûbaweriyên wî yên olî nebûne rêgir li ber heza wî.

Ew bi koroyê re ji bo Christmasa îsal jî amadekariyan dike.

“Niha em hewl didin stranên Christmasê yên bi Kurdî çêbikin”

Penaberê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Serbest Mistefa got, “Ez dibêjim çi Misilman be çi Xiristiyan be ti ferq êdî nîne, nemaye.

Ê min bixwe taybet ji bo min, malbata min, hevalên min ti pirsgirêk li gel wan nîne.

Ew ast êdî di wextê me yê niha de nemaye, divê em xwe pêş bixin.

Wexta ku em amadekariya koroyê dikin em melodiyên stranên Îngilîzî tînin û ya Feyrûzê tînin bi hev re dibêjin.

Niha em hewl didin stranên Christmasê yên bi Kurdî çêbikin.”

Pêxember Îsa di rojeke mîna van rojan de ji dayik bûye. Xiristiyan bi ahengên olî û qudasan wê rojê pîroz dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst