Serok Barzanî: Parastina mafên pêkhateyan dê li cem me her parastî be

22-08-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Xiristiyan Louis Raphael Sako
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ragihand ku parastina mafên pêkhateyan li cem wan prensibeke neguher e.

Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Patrîkê Kildanan ê Îraq û Cîhanê Kardînal Louis Raphael Sako û şandeya pê re pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di wê hevdîtinê de Louis Raphael Sako ji bo hewlên wî yên parastina Xiristiyan pesna rolê Serok Barzanî da.

Louis Raphael Sako amaje bi wê yekê kir ku Serok Barzanî ji daxwazên pêkhateyên Xiristiyan re piştevan e û ew ji bo paşeroja Xiristiyan li Herêma Kurdistanê û Îraqê di garantiyê de be hewl dide.

Bi gotina Louis Raphael Sako Xiristiyanên derveyê Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo helwesta wî spasdarên Serok Barzanî ne.

Li aliyê din ve, Serok Barzanî jî got:

“Em Xiristiyanan û tevaya pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê wekî pareke gelê xwe dibînin û em bi hemî awayan mafên wan diparêzin û ev yek li cem me prensibeke neguher e.”

Herwiha rewşa siyasî ya Îraq û Kerkûkê û çend mijarên din ên girêdayî pêkhateyan jî mijarên wê hevdîtinê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst