HDP sibe li Êlihê mîtîngekê saz dike

24-12-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sibe li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê mîtîngekê saz dike û banga beşdarbûnê li welatiyan dike.

Biryar e sibe roja Yekşemê 25ê Kanûna 2022an Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Na bo şer û hejariyê” li Parka 8ê Adarê ya li navenda bajarê Êlihê mîtîngekî saz bike.

Mîtînga HDPê demjimêr 12.00ê nîvro destpê dike.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî beşdarî mîtîngê  dibin.

Biryar e hunermend Kadîr Çat û  Koma Rîtmên Azad jî beşdarî mîtîngê bibin û stranên xwe bibêjin.

HDP ev demeke li Êlihê amadekariyan ji bo vê mîtîngê dike û parlamenter û rêveberên wê partiyê kolan bi kolan digerin û gel vidixwînin mîtîngê.

Rêxistina Êlihê ya HDPê li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belavkiriye û ji bo beşdariyê bang li welatiyan dike û dibêje: “Ji mitînga me ya mezin re saetên dawî man! Amadekariyên me bênavber didome. Me li gel wekîl,rêveberî,hevserok,sazî û komelên bajêr li Kolana Diyarbekir gelê xwe vexwend mitînga çareserî, hêvî û azadiyê! Ji bîr nekin! Sibê saet di 12:00an li Qada mitîngê ya li kêleka Parka 8ê Adarê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst