Rûniştina doza Tahir Elçi hat paşxistin

24-11-2022
Abdulselam Akinci
Rûniştina doza Tahir Elçi hat paşxistin
Rûniştina doza Tahir Elçi hat paşxistin
Nîşan Doza Tahir Elçi Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di kombûna şeşemîn de jî Dadgeha Amedê tu biryar di derbarê doza kuştina Serokê Berê ê Baroya Amedê Tahir Elçî de neda. Desteya Dadgehê careke din jî daxwaza parêzeran a ji bo guhdarkirina serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu red kir û rûniştin paş xist.

4 gumanbarên serekî têne darizandin ku 3 ji wan polîs in. Di dadgeha vê carê de serokên baroyên Amed, Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Dêrsim, Mûş, Çewlîg, Agirî, Mêrdîn, Qers, Wan, Riha û Dîlokê ji Bakurê Kurdistanê û Serokên Baroyên Îzmîr, Enqere, Kirikkale, Artvîn, Edene, Samsûn, Antalya, Hatay û Bûrsayê ji Tirkiyê û Serokên Baroyên bajarên Rotterdam û Amsterdamê ji Hollandayê jî amade bûn. Wê Desteya Dadgehê sala tê, 5ê Tîrmehê careke din kom bibe.

Di ser kuştina serokê baroya amedê ê bere Tahir Elçî re 7 sal derbas bûn.5 roj berî salvegera kuştina Tahir Elçî li dehemîn dadgeha cezayê giran a Amedê şeşemîn rûniştina doza kuştina wî birêve çû.

Ji bo şopandina dozê serokên 24 baroyên tirkiyê û bakûr û her waha serokê baroya Rotterdamê a Hollanda zêdetirî sed parêzer kes û  karen Tahir Elçî û kesayetên sîyasî û rojnameger  beşdarî rûniştinê bûn.Dadgehê di rûnîştina pêncemîn a dozê de biryara wek şahid gohdarkirina serokwezîrê wê deme ehmed Davûtoğlû dabûn lê piştre ji biryara xwe vegerîya bûn.  Di rûniştinê de parêzerên Elçî rexne li şanda dadgehê girtin û negohdarkirina serokwezîrê wê deme Davûtoglû li dozê weke mudaxeleyek sîyasî binav kirin.

Parlementerê CHP Sezgîn Tanrikûlû anî ziman, “Dadgeh ji yekalîkirina vê dozê dûr e. Ew alîgirî dikin û adil tevnagerin. Careke din ez ji vir bang dikim, em vê çanda darizandinê protesto dikin.”

Di doza Elçî de sê jê polês çar kes tên darizandin ku ew jî ne girtîne her waha  tevî daxwaza parêzeran biryara girtinê ji bo gumanbaran dîsa derneket û di rûniştînê de daxwazin din yên malbat û parêzerên Elçî jî ji alîyê şanda dadgehê va hat retkirin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got, “Em dixwazin hemû destên tarî yên li paş vê kuştinê ne, li paş vê kuştina sîyasî ne werin eşkere kirin.”

Di rûniştinê de parêzerê malbata Tahir Elçî Neşet Gîrasûn xitabî şanda dadgehê kir û got: heke hûn dixwazin di dîroka we a dadwerîyê de çîrokek xweş bimîne û hûn bikaribin çîrokek baş  ji zarokên xwe re vebêjin divê hûn pêwîstîyên edeletê yê doza Tahir Elçî cîbicîh bînin,li ser vê gotina parêzer serokê şanda dadgehê nerazîbûn nişanda û hola rûniştinê  terk kir  û navber da rûniştinê.

Endamê Lijneya Rêvebir ê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Gokhan Bozkurt got, “Min emre xwe de tiştek bi vî rengî nedîtibû. Sedema krîzâ li rûniştinê serokê dadgehê bû. Ew ji parêzeran, ji herkesî xeyîdî û hola rûniştinê terk kir çû.”

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz got, “Me dît ku armanca dadgehê ne ew e ku kujerên Tahir Elçî darizînin. Xebata wan li ser vê nîn e. Berovajî ew ji bo ku doz dereng bimîne dixebitin.”

Di rîniştinê de her waha baroyên Artvîn,Qers û Enqerê daxwaza beşdarbûna dozê kirin lê ev daxwaz ji alîyê dozgerîyê va hat redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst