Dêrsim (Rûdaw) – Bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Dêrsima Bakurê Kurdistanê Serokê Şaredariya Navçeya Pilûrê ser bi Dêrsimê Mehmet Maçoglu ku li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê take şaredarê Komunîst e, berbijêrbûna xwe ragihand û amaje bi wê yekê da ku dixwaze li Dêrsimê jî heman modela şaredariya Pilûrê cîbicîh bike.
Roja 31 Adara 2019an hilbijartina şaredariyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê kirin. Berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin ê Dêrsimê Mehmet Maçoglu ji Rûdawê re ragihand ku ew dizxwaze li bajarl Dêrsimê jî heman modela şaredariya Pilûrê cîbicîh pêk bîne.
Berbijêrê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Maçoglu wiha axifî: “Hemû berbijêrên Federasyona Encûmena Sosyalîstan ku bi kêmanî 17-18 berbijêrên me hene li 4 bajarokan, 3 berbijêr li bajarokê navendê, li bajarokekî din 8, li bajarokekî 3 û li bajarokekî din jî 2 berbijêrn me hene. Me daxwaza xwe ya berbijêrbûna xwe pêşkêşî rêxistina xwe kiriye. Derbarê navenda Dêrsimê de jî, piştî nirxandina vê qonaxê ji aliyê rêxistina me ve, ji min re gotin ku divê tux we bo vê proseyê bikî berbijêr."
Di siyaseta Tirkiyê de cihekî girîng ê Dêrsimê heye û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr jî, dixwazin hêzên hevpeyman di vê hilbijartinê de bi hev re gavan biavêjin û tevbigerin.
Beşek ji welatiyên Dêrsimê dibêjin ku ew kesê wek serokê şaredariya bajarê mezin tê hilbijartin, pêwîst e xwe wek xwedî û parêzerê baweriya olî, kulturî û xwezayî ya Dêrsimê bibîne.
Beşeke din a welatiyên bajêr daxwaz dikin ku ew kesê di hilbijartinê de dibe serokê şaredariyê pirsgirêkên wek bêkarî û jêrxana bajêr çareser bike.
Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê 8 şaredarî hene, yek şaredariya navendê û 7 jî yên bajarokan. Di hilbijartina dawî ya şaredariyan de ku 2014ê hatibû kirin, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji sedî 42.2, CHPê ji sedî 30 û AK Partiyê jî ji sedî 9.3ê dengan bidest xistibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse