Nûnertiya HDPyê ya Hewlêrê: Bila hikûmet me biparêze

06-11-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Hewlêr Hikûmeta Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlêrê banga hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku jiyana penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê û endamên HDPyê yên li Hewlêrê biparêze.

Nûnertiya HDPyê ya Hewlêrê îro li avahiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û daxuyaniyê ji aliyê Parlamentera HEDEPê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneşê ve hat xwendin.

“Endam HDPyê yên li Başûrê Kurdistanê ne rehet in”

Bêrîtan Guneşê diyar kir ku gef û metirsî li ser jiyana endam û alîgirên HDPê yên li Başûrê Kurdistanê hene û got:

“Erka hikûmetê ye ku jiyana endam û alîgirên HDPê biparêze. HDP bi awayekî demokratîk xebat û çalakiyên siyasî li dar dixe.

Herwiha HDP li her çar beşên Kurdistanê ji bo mafê gelê Kurd têkoşînê dike. Endam û alîgirên HDPyê yên li Başûrê Kurdistanê ne rehet in.

Kurdên Bakurê Kurdistanê ji ber gef û metirsiya MÎTê ya Tirkiyeyê penaberî Başûrê Kurdistanê bûn lê niha li Başûrê Kurdistanê jî gefên MÎTê li ser dewam in.”

“Çend kesan hewl da êriş bikin”

Bi gotina Bêrîtan Guneşê  29ê Çiriya Pêşîn çend kesan çavdêriya Navenda Nûnertiya HDPê ya Hewlêrê kiriye, hewl didan êriş bikin.

“Erka hikûmetê ye me biparêze”

Guneşê banga Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî kir û got:

“Erka desthilat û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku jiyana endam û alîgirên HDPê yên li Başûrê Kurdistanê biparêze. Herwiha divê hikûmet komplogerên li pişt van buyeran diyar bikin û ceza bikin.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafê mirovan û aliyên peywendîdar dikin, rê nedin ku jiyana penaberên siyasî bikeve bin gef û metirsiyan de.  

Herwiha divê hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nede ku Başûrê Kurdistanê bibe cihê terorkirin û qetilkirina Kurdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst