Mihemed Îsmaîl: Pêşmerge wê bibin beşek ji HSDê

24-10-2020
Mihemed Îsmaîl dibêje encumeneke serbazî ya bilind dê ji bo HSDê were avakirin
Mihemed Îsmaîl dibêje encumeneke serbazî ya bilind dê ji bo HSDê were avakirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Pêşmergeyên Roj Mihemed Îsmaîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Berpirsê Îdarî yê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ragihand ku Pêşmergeyêb Rojavayê Kurdistanê dê bibin beşek ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê û Berpirsê Îdarî yê Polîtboruya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl di hevpeyvîneke taybet ligel Rûdawê de Pêşmergên Rojavayê Kurdistanê dê weke Yekîneyên Parastina Gelk (YPG) û pêkhateyên din ên leşkerî bibin beşek ji HSDê.

Mihemed Îsmaîl herwiha eşkere kir ku dê encumeneke serbazî ya bilind ji bo HSD were avakirin û ew dê di bin sîwana Lêvegera Kurdî ya Bilind de karê xwe bike.

Bi gotian Mihemed Îsmaîl, encumena serbazî ya bilind dê bi cihbûna hêzên di nava xwe de, li deverên cuda destnîşan bike.

Ev hevpeyvîn dê bi temamî sibe saet 22:30 şev bi dema Kurdistanê di ekranên televîzyona Rûdaw û hesabên medyaya civakî yên de were weşandin.

Pêşmeregeyên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin, û beşdarî di gelek şerên li dijî DAIŞê de jî kiriye, lê heya niha vê hêzê qet beşdarî di şerên nav Rojavayê Kurdistanê nekiriye, ew jî ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera ENKS û  TEV-DEMê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst