Dayika girtiyê nexweş ê Dêrsimî dest bi çalakiyê kir: Bila kurê min nemire

24-08-2022
RÛDAW
Nîşan Ekîm Polat Girtîgeha Denizliyê Songul Îlker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa tenduristiyê ya girtiyê Dersimî Ekîm Polat ku bi nexweşiyên giran ketiye, her diçe xirabtir dibe. Dayika wî Songul Îlker jî ji bo kurê xwe li ber Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û dibêje: “Bila kurê min nemire.”

Ekîm Polat ê li Girtîgeha Denîzliyê, ev 21 roj in di greva birçîbûnê de ye, ev 6 sal in di girtîgehê de ye û 24 sal ceza lê hatiye birîn û dayîka wî Songul Îlker jî ev 9 roj in li ber girtîgeha dest bi çalakiya rûniştinê kiriye.

Ekim Polat ku di sala 2016an de beşdarî çalakiyên Parqa Gezî û hin çalakiyên protestoyî yên li Stenbolê bû, bi îdiaya “rêveberiya DHKP-Cê” 24 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Polat dema hatiye girtin 19 salî û niha jî 24 salî ye. Gurçikên wî, pişika wî nexweşî lê rabûye. Diyabet pê re çêbûye, ji dilê xwe nexweş e û ya herî metirsîdar jî bi Hipofîzê ketiye. Gewdeyê wî her mezin dibe, hestiyên wî bi tehdeyek biçûk dişkên. Herwiha her diçe çavên jî tarî dibin û eger çareserî jê neyê kirin dibe ku felç bibe.

Ekîm li girtîgeha Denîzlî yê gelek caran çûye nexweşxaneyê û raporên ku bo wî hatine dayîn piştrast dikin ku êdî ew divê li girtîgehê nemîne. Lê Tipa Edlî û proseya pê ve rê nadin ku ew derkeve û li derve tedawî bibe.

“'Ji bo kurê min nemire min dest bi çalakiyê kir”

Songul Îlker ji Rûdawê re diyar kir ku ji kurê wê re bi hincetên cuda çareserî nayê kirin û wê jî ji bo protestokirina vê yekê li ber Girtîgeha Denîzliyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û got: “Bila astengiyên li pêşiya tedawiya wî bên rakirin. Ji bo tedawî ji kurê min re bê kirin û ew nemire min dest bi çalakiya rûniştinê kir."

Ekîm Polat tevî bi nexweşiyên giran ketiye ev  21 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Rastî çi ye îsal zanî

Nexweşiya Polat Jigantizm e. Dayîka wî  da zanîn ku sala 2016an dema hatiye girtin, nexweşî li Tiba Çapayê hatiye tesbîtkirin û li gel hemû israra doktor jî bi hinceta "kêmbûna personelên leşkerî" destûr nedane li nexweşxaneyê bê razandin.

Songul Îlker, eşkere kir ku ew îsal jê haydar bûye ku mafê kurê xwe yê tedawiyê hatiye astengkirin û got, “Mins îsal zanî rastî çi ye. Me rapor dereng wergirt."

Tûmora ku di mejiyê Ekîm Polat çêbûye niha bi zerarê dide hemû endamên laşê wî yên din. Bi gotina dayîka wî hêdî hêdî çavên kurê wê tarî dibin û gurçika wî têk diçin.

"Li girtîgehê îşkenceya psîkolojîk tê kirin"

Îlker, anî ziman ku kurê wê ji bo "hevkarî û sîxuriyê" bike, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve rastî îşkenceya psîkolojîk hatiye û got: “Ji bo protestokirina vê rewşê û bêdermaniyê 21 roj in wî  dest bi greva birçîbûnê kiriye.”

Songul Îlker herwiha got: “Rêveberê Girtîgehê Alî Riza Yildirim her tim hevkarî û sîxuriyê li ser kurê min ferz dike. Ew hewl didin ku sûcên wî nekirine jî li ser wî de bidin. Kurê min bi neheqî 24 sal ceza xwar. Kurê min ji ber neheqiya lê hate kirin dest bi greva birçîbûnê kiriye.”

“Ez naxwazim kurê min bimire”

Bi gotina Songul Îlker metirsiya felçbûna kurê wê heye û divê demildest ew were emeliyatkirin û wiha bang li aliyên peywendîdar kir: “Ez dayikek im. 3 meh emrê kurê min maye. Eger emeliyat nebe, metirsiya penceşêrê û felcê pir zêde ye. Em nizanin ka penceşêrê girtiye ya na. Raporên tenduristiyê ji me veşartî ne. Kurê min dikujin û dixwazin ez temaşe bikim, ez naxwazim kurê min bimire. Ji bo ku ji girtîgehan cenaze dernekevin, divê ji bo girtiyên nexweş û Ekim hemû kes dengê nerzîbûna xwe bilind bikin.”

Songul Îlker diyar kir ku kurê wê ji ber sûcên ku nekiriye bi awayekî neheq hatiye darizandin û ceza lê hatiye birîn û wiha got: “Du komîsyonên dadgehê yên Ekim mehkeme kirin bi îdiaya cemaetê hatin girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst