Li ser rêya Şemzînan-Geverê teqîn

24-08-2019
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Şemzînan Gever Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya di navbera navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê de teqemeniyeke berê hatî vedan, di dema derbasbûna otomobîleke welatiyên sivîl de teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

 

Li ser rêya di navbera Şemzînan û Geverê de teqemeniya berê hatî vedan, di dema derbasbûna otomobîleke welatiyên sivîl de teqiya.

 

Di encama teqînê de du welatiyên sivîl ên di otomobîlê de bîrndar bûn.

 

Birîndar ji bo demankirinê bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatin veguhestin. Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.

 

Rêya bo heyameke ji trafikê re hat girtin û bo cihê bûyerê hejmareke cendermeyên Tirkiyê hatin şandin.

 

Derbarê teqînê de lêpirsînê dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst