PAK: Divê neheqiya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye bê telafîkirin

24-07-2022
RÛDAW
Nîşan PAK Peymana Lozanê Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partîya Azadiya Kurdistanê ji ber 99mîn salvegera Peymana Lozanê peyamek belav kir û di peyama xwe de dibêje, “Divê dewletên cîhanê neheqîya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye telafî bikin.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi minasebeta salvegera Peymana Lozanê ya di 24ê Tîrmeha 1923an de hat îmzekirin peyamek weşand.

Di peyamê de tê gotin, “Peymana Lozanê di roja 24.07.1923yan da, li bajarê Lozan a Îsvîçreyê, di navbera,Dewleta Tirkîyeyê, Îngîltere, Fransa, Îtalya, Japonya, Yûnanîstan, Romanya, Bûlgarîstan, Portekîz, Belçîqa û Yûgoslawyayê da hate îmze kirin.Gelek mijarên vê peymanê hebûn. Lê mijareke esasî dabeşkirina axa Kurdistanê ya di bin desthilatdarîya Osmanîyan de bû.”

PAK dibêje, “Bi Peymana Lozanê ve axa Kurdistanê ya di bin desthilatdariya Osmaniyan de di navbera Dewleta Tirkiyeyê, Îngiltere û Fransayê de hate dabeşkirin. Paşê beşê di bin desthilatdariya Îngiltereyê de ji Dewleta Iraqê ra, beşê di bin desthilatdariya Fransayê de jî ji Dewleta Sûriyeyê re ma.”

Herwiha PAK di beşeke din a peyama xwe de, Peymana Lozanê weke ji nû ve dagirkirina Kurdistanê di navbera 4 welatan de bi nav dike û dibêje:

“Peymana Lozanê rê vekir ku Kurdistan ji nû ve bê dagirkirin û niha jî li ser wî esasî Kurdistan ji alîyê Dewletên Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê ve hatîye dagir kirin.

Peymana Lozanê, tune hesibandin û binpêkirina îradeya gelê Kurdistanê ye, ne rewa ye, ne hiqûqî ye.

Têkoşîna azadiya Kurdistanê ya li her çar perçeyên Kurdistanê, her roj, bi bidestxistina destkeftiyên girîng ên dîrokî, derzê li Peymana Lozanê dixe.

Tu şika me jê tuneye ku rojek dê bê, wê gelê me bi têkoşîna xwe û bi bi piştgiriya dostên xwe yên navnetewî, vê peymana qirêj bavêje ser sergoyê dîrokê û dê her çar perçeyên Kurdistanê jî azadiya xwe bidest bixin.”

Di 99emîn salvegera Peymana Lozanê de PAK bang li dewletên wek Brîtanya, Fransa, Amerîka, Rûsya, Almanya û dewletên cîhanê yên aktorên esasî dike û daxwaz dike, “vê neheqiya ku bi Peymana Lozanê li gelê Kurdistanê hatiye kirin telafî bikin, vê neheqiyê ji holê rakin.”

Baroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê di berdewamiya peyama xwe de dibêje:

“Di demeke ku li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn de ji nû ve nexşe têne çêkirin, hemû dewletên cîhanê divê li her çar perçeyên Kurdistanê, piştgiriya mafê azadî, statuteyeke siyasî,coxrafî, neteweyî û xwe bi xwe îdarekirina gelê Kurdistanê bikin. Em bang li gelên wan dewletên cîhanê dikin da ku bi zext û hêza xwe ya li ser desthilatdariyên dewleta xwe, bibin piştgir, alîkar , hevalbend û aktorên pêkanîna azadiya gelê Kurdistanê.

Peymana Lozanê helbete ku bi hebûn, têkoşîn, yekgirtin û tifaqa gelê Kurdistanê ya netewî, demokratîk dê bê tunekirin. Gelê Kurdistanê divê bi sebir û bi siyaseteke aqilane, di qada navnetewî de dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bike da ku em bikaribin pêvajoya azadiya her çar perçeyên Kurdistanê kurttir bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst