Partî û hereketên Kurdî: Kurd peymana Lozanê napejirînin

24-07-2021
RÛDAW
Nîşan TDK-Tevger PAK PDK-Bakur Peymana Lozanê Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 5 partî û hereketên Kurdî di 98emîn salvegera Peymana Lozanê de tekez kirin, “Lozan peymaneke dabeşkirinê ya emperyalîst û mêtînger e ku nimûneya wê nîne. Em Peymana Lozanê naepjirînin.”

Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923an li bajarê Lozan ê Swîsreyê hat îmzekirin û partiyên Kurd Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK),  Partiya Demokrata Kurdistanê -Bakur (PDK-Bakur) û PêlKurd, di 98emîn salvegera vê peymanê de daxuyaniyek belav kirin.

Partiyên Kurd dibêjin, “Bi Peymana Lozanê Kurd û Kurdistan vê carê jî di asta navdewletî û di nava çar dewletan de hate dabeşkirin û Kurdistan bû welatekî kolonî ya navdewletî.”

Herwiha ew 5 partî û hereketên Kurdî diyar dikin, “Di sedsala 20 û 21an de, li ser erdê dinyayê peymanek emperyalîst û koloyalîst wek Peymana Lozanê pêk nehatiye. Dem bi deman ev peyman weke “peymana aştiyê ya Lozanê“ bi nav bûbe jî bi vê peymanê miletê Kurd û welatê wî Kurdistan tune hatine hesibandin, îradeya wan binpê bûye, ji mafê netewî û heta yê mirovî jî bêpar maye.”

Partiyên Kurdê tekez jî kirin, “Di 98 saliya Peymana Lozanê de, em wek partî û tevgerên Kurdistanî û wek miletê Kurd, ji dinyayê re carekê din eşkere û deklere dikin ku em Peymana Lozanê napejirînin.”

Daxuyaniya partiyên Kurdî bi vî awayî ye;

Di 24ê tîrmeha 1923an de, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê peymanek hate îmzekirin. Ev peyman, piştî  hevdîtinên ”Konferansa Lozanê ya di derheqê Rojhilata Nêzîk” de hate îmzekirin. Navê konferansê watedar e. Ji ber ku Kurdistan welatê navendî yê Rojhelata Nêzîk e. Bi vê Konferans û peymanê, bê ku miletê Kurd di konferansê de temsîl bibe, çarenivîsa miletê Kurd hate tayinkirin û miletê Kurd û welatê wî Kurdistan di dîrokê de cara duyem hate perçekirin û dabeşkirin.

Wek tê zanîn, di 17ê gulana 1639an de, bi peymana Qesrî  Şîrîn, ya ku di navbeyna Osmanî û Safewiyan de hate îmzekirin, Kurdistan bû du parçeyan. Bi Peymana Lozanê ku wek teyidkirina Qesrî Şîrîn e, Kurd û Kurdistan vê carê jî di asta navdewletî û di nava çar dewletan de hate dabeşkirin û Kurdistan bû welatekî kolonî ya navdewletî. Ji derveyî  îradeya neteweya Kurd, nexşeya herêmê ji nû ve hate xêzkirin. Başûrê Kurdistanê di bin manda Îngilîzan de radestî birêveberiya Iraqê; Başûr Rojavayê Kurdistanê di bin manda Fransayê de radestî birêvebiriya Sûriyê kirin ku ev xaka Kurdistanê di bin serweriya kolonyalîst ya Osmaniyan de bû. Dîroka sedsaliya makûs ya neteweya Kurd ya ku li ser bingehê perçebûn û dabeşbûnê form girtiye, mixabin hetanî îro jî nehatiye guherîn.  

Di sedsala 20 û 21an de, li ser erdê dinyayê peymanek emperyalîst û koloyalîst wek Peymana Lozanê pêk nehatiye. Dem bi deman ev peyman weke “peymana aştiyê ya Lozanê“ bi nav bûbe jî bi vê peymanê miletê Kurd û welatê wî Kurdistan tune hatine hesibandin, îradeya wan binpê bûye, ji mafê netewî û heta yê mirovî jî bêpar maye. Bi vê peymanê, hîmên civata Kurd û Kurdistanê hatine tehrîbkirin. Beriya her tiştî rasterast mudaxeleyî pêvajoya netewebûyîna Kurdan bûye. Sedemên bingehîn yên pirsgirêkên erdnîgarî, siyasî, aborî, civakî, çandî û zimanî, perçebûn û dabeşbûna neteweya Kurd, bêgûman ev mudaxeleya navdewletî ye.

Berpirsên vê yekê, bêşik ne tenê dewletên kolonyalîst Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye ne. Li gel dewletên

kolonyalîst yên heremê, dewletên kolonyalîst û empeyalîst yên cîhanê ku beşdarî Peymana Lozanê bûne û yan jî bûnin terefê vê peymanê jî gunehkar û berpirsên vê yekê ne.

Peymana Lozanê peymanek navdewletî ye û pêwîste di çerçeweya pirensîb û dadweriya navnetewî de bête şîrovekirin. Loma jî, girîngiya tekoşîna li dijî Peymana Lozanê ya di asta  navdewletî de, bêtir manîdar dibe. Bê gûman, di warê qada dîplomasî û huqûqa navdewletî  de vatiniyên gelek girîng dikevin ser milên dewleta federe ya Başûr, dîaspora Kurd, akademîsyenên ciwan yên Kurd ku di unîversîteyên welatên rojavayê de dixwînin. Ji bo van erk û vatiniyan jî pêwîstî bi lobiyek xurt, ya ji bo tekoşîna dadweriya navdewletî  , herweha pêdivî bi dîplomasiyek koordînekirî û bi istîqrar heye. Dîsa di vê qadê de, pêwîstî bi xebatên akademîk yên bi zimanên cuda heye.

Neteweyê Kurd heta îro Peymana Lozanê qebûl nekiriye, îro jî qebûl nake. Lê ev helwest bi serê xwe têrê nake. Divê ev zincîrên koletiyê miheqeq bêne şikandin. Wek tê zanîn, sala 2023ê salvegera 100 saliya Peymana Lozanê ye. Pêwîst e hemû rêxistin û partiyên Kurdistanî, dezgehên sivîl û demokratîk rewşenbîr û akademîsyenên Kurdan, di hemû qada tekoşînê de, di qada netewî û navdewletî  de, ji bo çalakiyên protestokirina salvegera 100 saliya Peymana Lozanê amade bin. Ji bo peymana Lozanê di sergoyê dîrokê de bihê binaxkirin, divê em bi rûhekî seferberî têkevin nav têkoşîn û hewldanên pir alî. Di vî warî de, erk û vatiniyên dîaspora Kurd gelekî girîng in. Xebatên dîplomasî û yên lobiya Kurdî, konferans û sempozyûmên navnetewî pêwîst in. Di serlêdanên NY û dezgehên din yên navneteweyî de, tekoşîna huqûqî û dadweriyê, di pêvajoya protestokirinê de çalakiyên bingehîn in. 

Di 98 saliya Peymana Lozanê de, em wek partî û tevgerên Kurdistanî û wek miletê Kurd, ji dinyayê re carekê din eşkere û deklere dikin ku em Peymana Lozanê napejirînin. Em bangî wan dewletên ku binê vê peymanê îmze kirine ya jî terefên vê peymanê ne dikin ku xwe ji vê şaşî û neheqiya dîrokî vekşînin û mafê dewletbûyîna miletê Kurd qebûl bikin. 

- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK),

- Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger),

- Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK),

- Partiya Demokrata Kurdistanê -Bakur (PDK-Bakur).

- PêlKurd

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst