Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî bang li berpirsên kolej û krêşan kir

24-07-2020
RÛDAW
Nîşan Zimanê Kurdî Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî Zazakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî, bang li xwedî û berpirsên kolej û kreşên li bajarên ku bi piranî Kurd lê dijîn kir ku “di mufredatên wan de dersên Îngilîzî, Erebî, Fransî û hwd. Hene lê Kurdî tune ye. Daxwaza me ev e ku kurdî jî têxin nav perwerdehiya xwe ya pirzimanî.”

Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî daxuyaniyek belav kir û amaje bi wê kir bi biryara Lijneya Xwendina Bilind (YOK) a di roja 26.01.2011an kir ku bi wê biryarê li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, Zanîngeha Mûş Alparslanê û Zanîngeha Çewligê, beşên ziman û edebîyata Kurdî vebûn û li Zanîngeha Çeligê û li Zanîngeha Mûnzûr ya Dêrsimê beşên ziman û edebîyata Zazakî hatin vekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Heta niha bi sedan xwendekar ji van beşan derçûn û dîplomayên lîsansê wergirtin. Hîn jî her sal zêdeyî 100 kesî ji van beşan der diçin. Mixabin Wezareta Perwerdeyê salê 2-3 kesan ji van mamosteyan wezîfedar dike.”

Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî bale dikişîne ser hejmara derçû û xwendkarên Kurd li dibistanên seretayî û navendî û dibêje, “em vê hejmarê kêm dibînin û daxwaz dikin ku di demeke nêz de hem mamoste hem jî xwendekar bigihijin mafê xwe yê rewa.”

Herwiha Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî bang li xwedî û berpirsên kolej û kreşên li bajarên ku bi piranî Kurd lê dijîn dike ku “di mufredatên wan de dersên Îngilîzî, Erebî, Fransî û hwd. Hene lê Kurdî tune ye. Daxwaza me ev e ku kurdî jî têxin nav perwerdehiya xwe ya pirzimanî.”

Her di wê daxuyaniyê de Însiyatîfa Mamosteyên daxwazê ji hemû nûnerên siyasî, çand ziman û kultura kurdî, saziyên sivîl û berpirsên komeleyan û rewşenbîrên kurd dike ku “ji her demê bêtir îro xwedî li zimanê Kurdî derkevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst