Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî pêşbîniyên Birêvebiriya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro dê li çend bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare.
Birêvebiriya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê pêşbîniyên xwe yên derbarê rewşa hewayê ragihandin.
Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, dê îro li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê şilî û baran be.
Her wiha pileya germê jî dê 6-12 pileyan dakeve.
Birêvebiriya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji ber îhtimala ba û barana zêde û rabûna lehiyê hişyarî da û ji xelkê xwest ku li gorî wê tebdîrên pêwîst wergirin.
Ji parêzgariya Şirnexê hişyarî
Parêzgariya Şirnexê jî hişyarî da ku li gorî pêşbîniyan dê baraneke gur li bajêr û navçeyên wê bibare.
Li gorî daxuyaniyê, îhtimal e heta êvarî baran berdewam bike.
Parêzgariya Şirnexê her wiha ji xelkê xwest li ji ber îhtimala kombûna avê, lehiyê, birûskê û bayê bihêz baldar bin û tedbirên pêwîst wergirin.
Îro pileya germê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê wiha ye:
Erzirom: 12°C
Qers: 12°C
Meletî: 20°C
Wan: 19°C
Şirnexê: 16°C
Amed: 20°C
Dîlok: 26°C
Sêrt: 22°C
Riha: 27°C
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse