Li Amedê welatî ji hilweşandina avahiyan bi gazin in: Me derziyeke xwe jî xelas nekir

24-02-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Hilweşandina Avahiyan Erdhej
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê qonaxa xirakirina xaniyên ku ji ber erdhejê xisareke mezin dîtine li 3 navçeyan berdewam dike. Xelk dixwaze dewlet destûrê bide wan ku kel û pelên xwe ji malên xwe derxin lê saziyên dewletê bi hinceta ku dibe xanî hilweşin destûrê nade wan.

Bi biryara wezaretê hemû xaniyên ku xisareke mezin dîtine hatin valakirin. Qonaxa xirakiranê li navçeyên Yenîşehîr, Baglar û Peyasê berdewam dike.

Xwediyên xaniyan li ber malên xwe kom bûne û li hilweşandina xaniyên xwe temaşe dikin. Hemû keda wan a salan jî bi xaniyên wan re dibin kavil.

Welatî Helîme Sert got “Dolabekî 15 hezar lîre ye, ka çi heqê wan li me heye. Merivek biçûya me karibû hinek xelas bikira, eşyayên sivik bianiya. Qet nehiştin em herin eşyayên malê yên sereke bînin, ka em çi bikin.”

Welatî Silêman Îyîsoylu dibêje “Divê dewlet wan însana mexdûr neke. Eger em dibêjin dewlet dê û bavê me ye, divê wê gavê dewlet jî çeva ku dê û bav li zarokên xwe mêze dike, divê wisa mêze bike.”

Welatî Şukran Îyîsoylu diyar kir “Eşyayên giring û bi nirx ên mirovan çi di hindir de hene? Her tiştê mirov êbi nirx di hindir de ye. Hema nehiştin derziyek xelas bikin.”

Welatî Abdullah Kerîm anî ziman “Bi qasî 500-600 hezar lîreyî eşyayên me gişt di hindir de man.”

Li Amedê hejmara xaniyên ku ji ber erdhejê xisareke giran dîtine û divê bi lezgînî bêne xirakirin bi kontrolan re roj bi roj zêde dibin. Pispor hişyarî didin; nebî nebî biçin malên xwe.

Serokê Odeya Endezyarên Avahiyan a Amedê Mahsûn Çiya Korkmaz got “Ew hêzên paşlerz ku em dibêjin bila pieçk kêm bibe, beriya wî ji xwe bila ti car nekevinê. Hûn jî dizanin li aliyê Hatayê milet ketibûn xaniyên xwe ku eşyayên xwe derxin, tam di wê çaxê de paşlerzek çêbû û milet dîsa di bin kavilan de man, ji ber wê bila milet wan avahiyên me ji wan re xesara giran û xesara navîn dibêjin, bê tedbîr û bê tîmên profesyonel bila ti tiştekî nekin û bila nekevin xaniyên xwe.”

Dewletê serê her xaniyek ku xisareke kêm dîtiye 10 hezat lîre ango 530 dolar pere dide. Ji bo xaniyên ku xisara giran dîtine jî heta salek mehê 2 hezar lîre alîkariya kirê dike. Ji bo carek jî 15 hezar lîre heqê barkirina malê dide. Lê ji bo kel û pelên nava malê hêj tu budçeyek nehatiye diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst