Tirkiyê axavtina 2 gerîlayên li Gare hatîn girtin belav kir

24-02-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniya Tirkiyê axavtina herdu gerîlayên PKKê yên di dema êrişa artêşa Tirkiyê li ser Çiyayê Garê li PKKê de hatin girtin belav kir. HPGê pêştir ragihandibû ku hûrgilyên girtina wan herdu gerîlayan ne zelal in.

Artêşa Tirkiyê di navbera 10 û 14ê Sibata 2021an de li Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Çengê Baz-2 encam dabû. Wezareta Berevaniya Tirkiyê axavtina du gerîlayên PKKê yên di dema operasyonêde hatine girtin belav kir.

Dogan Geçgel ê bi nasnavê   “Mêrxas Botan” di îfadeya xwe ya ku Wezareta Berevaniya Tirkiyê  weke dîmen belavkirî de  diyar dike ku ew  di Adara 2014an da berşdarî refên PKKê bûye.

Dogan Geçgel dibêje: “Em heşt kes bûn, şikeft ji ber ku dirêj û çeprast bû deriyê din xuya nedibûn. Wate derve  xuya nedibû. Yanê em li wir heta saet heftan sekinîn. Dema em ji bo derbasî kamelyayê bibin me li wir dît ku gule berdane serê kesên dîl û ew kuştine û li erdê ne. Beriya ez derkevim derve min jî li ber xwe dida û dengê eskeran dibihîst û wan digotin 'teslîm bibe'. Ji bo ku ez teslîm bibim min ji eskeran re got 'ez derkevim derva, xwe radestî wê dikim.”

Di berdewamiy axavtina xwe de Geçgel dibêje: “Eskeran ez hildam ba xwe. Cuma Bîlîkî yê ji fermandariya qada Garê ji hevalê Şoreş re gotibû ku, ‘eger operasyon were ser vê derêö bila êsîrek ji vir sax dernekeve, teslîmî malbata xwe nebe.' Ev ferman dabû. Min bihîstibû ku gotin wan bikujin. Soreş gotibû. Min ev bi van guhan bihîstibû. Paşê teslîmî eskeran bûm.”

Osman Acer ê bi nasnavê “Şervan Korkmaz” jî diyar kir ku di sala 2012an da tevlî PKKê bûye.

Osman Acer di îfadeya xwe de ew  di 2020î de şikefta Garê hate erkdarin û wiha û pê de çû: “Ji me re gotibûn ‘eger operasyonek were kirin, tiştek bibe û hêza piştgir neyê rehîneyan înfaz bikin, bikujin.’ Telîmat dabûn ku polês, esker û serbazên dil ên Tirk bikujin. Wisa gotibû û di 10ê sibata 2021î de operasyona ber bi Roj Başê dest pê kir. Paşê vegeriya çend kesên din hilda ba xwe û çû cem êsîrên girtî. Çû cem esker û polısên Tirk ew hemû kuştin. Pevçûnê dewam kir, çend rojan wisa dewam kir û paşê Botan teslîm bû, piştî wî ez teslîm bûm."

Daxuyaniya HPG

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê derbarê kuştina 13 dîlên di destê PKKê de gotibû PKKê di dema operasyona li Çiyayê Gare de ew serbazên Tirkiyê kuştine û gule li ser û stuyê wan dane. Lê PKK ew yekê weke tomet bi nav kiribû û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê red kiribû

Derbarê şêweya kuştina dîlen de HPG dibêje: “Artêşa Tirk bi rengekî hovane êriş bir ser kampê, bi bikaranîna gazê xwest encamê bi dest bixe. Li vê derê sekneke tirsonekî nîşan da ku li şûna bi hêza xwe şer bikin, hîn bêhtir giranî dan teknîkê û bi bikaranîna teknîkê û gazê hewl da encamê werbigire. Eşkere ye, piştî ku ewqas gaz bi kar anîn, fîşek berdan serê mirovên li hundir jiyana xwe ji dest dabûn û ew înfaz kirin.”

HPGê herwiha diyar kiribû ku di dema operasyonê de 2 gerîla hatine girtin ku ew hêj hûrgiliyên wê yekê nizanin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst