Benzînxaneyek hat şelandin û zarokek hat kuştin

24-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qubînê ser parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, benzînxaneyek hat şelandin û zarokekî 15 salî ku li dijî dizan rawestiya hat kuştin.

Li gundê Aviskê yê Qubînê, 3 kesan demjimêr 3:30 bi şev bi armanca şelandinê çûn benzînxaneyekê û bi çek kurê xwediyê benzînxaneyê Ahmet Eren ê 15 salî kuştin û du karkerên benzînxaneyê jî ji dest û lingên wan girê dan.

Her sê dizan pereyên di kaseya benzînxaneyê de dizîn û reviyan. Karkerekî deziyê destê xwe sist kir û hêzên cendirmeyan ji bûyerê agahdar kir.

Hêzên cendirme û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin. Hêzên cendirmeyan bo desteserkirina 3 dizan xebat dan destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst