Tulay Hatîmogullari: Dêrsim dê serî li ber zilma we netewîne

23-11-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Tayînkirina Qeyûman Şaredariya Pilûrê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li Dêrsîmê li ser tayînkirina qeyûman got; “Dê Dêrsim serî li hemberî zilma we netewîne.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh êvarî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsim û Şaredariya Pilûrê ya Dêrsîmê kir.

Tulay Hatîmoglullari, tevî şandeyekê DEM Partî, DBPyê çû Dêrsimê û tevlî çalakî û xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûman bû.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di xwepaşndanê de axivî û diyar kir ku armanca qeyûman xespkirina îradeya gelê Kurd e.

“Dixwazin îradeya xelkê xesp bikin”

Hatîmoglullariyê pêngava tayînkirina qeyûman wekî zilmeke mezin a li dijî xelkê Dêrsimê binav kir û got:

“Dema em îro li kolanên Dêrsimê geriyan gotinek li ser zimanê xelkê wê hebû.

Dibêjin, ‘heger zulma zaliman hebe, xelkê jî îrade heye.’ Gelê Dêrsimê li dijî zulma zaliman li ber xwe dide.

Gelê Dêrsimê di komkjiya 38an de jî li berxwe da.

Dema ji Munzurê li şûna avê xwîn diherikî jî li berxwe da. Xelkê Dêrsimê bi Seyîd Rizayan tê naskirin.

Seyîd Rizayan serî netewandin û Dersim jî dê serî li hember zilma we netewîne.

Belê xelkê rêzdar ên Tirkiyeyê, îro ev desthilat li aliyekî qaşo destê aştiyê dirêj dike lê li aliyê din jî qeyûman tayîn dike.

Tenê qeyûm tayîn nake, hevserokê me yê şaredariyê serok Cevdet jî ceza dike.

Ji Hakkariyê dan destpêkirin û li Esenyurtê berdewam kirin.

Her wiha li Mêrdîn, Êlih û Xelefetiyê û îro jî li Dêrsim û Pilûrê hewil didin îradeya xelkê xesp bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst