Şarezayekî karûbarên grûpên çekdar: Dibe li Astana glopa kesk ji Tirkiyê re hatibe vêxistin

23-11-2022
Hisên Omer
Topbaran Tirkiyê ya bê rawestan hevdem e ligel civînên gera 19mîn a Astana ku xwedêgiravî ji bo gotûbêjkirina dabînkirina aramiyê li Sûriyê tên lidarxistin
Topbaran Tirkiyê ya bê rawestan hevdem e ligel civînên gera 19mîn a Astana ku xwedêgiravî ji bo gotûbêjkirina dabînkirina aramiyê li Sûriyê tên lidarxistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civînên gera 19mîn a Astana derbarê Sûriyê de, li paytexta Kazakistanê li bajarê Astanayê bidawî dibin, lê topbaran Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê berdewam e. Kesayetiya opozisyonê û şarezayê karûbarên grûpên çekdar Rebîh el-Şear jî dibêje dibe ku li Astan glopa kesk ji Tirkiyê re hatibe vêxistin.

Welatên garantor Rûsya, Îran û Tirkiyê ku di civîna Astana de beşdar bûne dibêjin danûstandinên Astana ji bo peydakirina aramiyê ye li Sûriyê. Lê Hevserokê Encûmena Sûriya Demokrtatîk Riyad Derar, dibêje êrîşên Tirkiyê ji encamên Astana ne.

Li gor dîmenên herî nû derdora Til Rifetê li nahiyeya Şehbayê li bakurê Helebê îro pêş nîvro ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat topbarankirin.

Topbaran Tirkiyê ya bê rawestan hevdem e ligel civînên gera 19mîn a Astana ku xwedêgiravî ji bo gotûbêjkirina dabînkirina aramiyê li Sûriyê tên lidarxistin. Lê encûmena Sûriyeya Demokrtatîk û beşeke opozisyona Sûriyê bi nêrênîke berûvajî li armancên van civînan temaşe dikin û wan bi êrîşên bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ve girê didin.

Hevserokê MSDê Riyad Derar got: "Tiştê heta niha dibe, ji encamên Rêkeftinên Astana ne, ji ber ku siyasetên Enqereyê, derbarê êrîşan û bêdengiya li ser, li gorî wan civînan têne danîn."

Derbarê bandora civînên Astanayê li ser operasyona Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, Rebîh el-Şear, kesayetiya opozisyonê û şarezayê karûbarên grûpên çekdar ji Rûdawê re wiha axivî.

Rebîh el Şear dibêje dibe ku li Astana glopa kesk ji Tirkiyê re hatibe vêxistin.

Pisporê Karûbarên Grûpên Çekdar Rebîh el Şear got: “Ez bawer nakim danûstandin an ew tiştê bêhûde ku li Astanayê tê kirin dê vê terora Tirkiyê rawestîne. Berûvajî vê yekê bi temamî, bi nêrîna min dibe ku glopa kesk hebe ji bo encamdana tawanên bêhtir li dijî gelê Sûriyê. Lê hîn hêviya min heye ku helwesteke mirovî, yasayî hebe ji aliyê welatên azad ve, ne tenê ji bo danîna sînorekê ji vê tawankariyê û terora Tirkiyê re ku bi rêya wan tawankarê Tirk xwe ji nijadperestan nêzîk dike da ku destkeftan di hilbijartinan de bidest bixe, ne tenî sînorekî jê re danin, lê bel ku dest bi sizadan û vekirina dosyeyenên tawanên Tirkiyê di derheqê gelê Sûriyê de bike.”

Şeva sêşem li ser çarşemê jî topxaneya Tirkiyê seranserî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ji Tirbespiyê û heta Şehbayê kiribû armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst