Bazara ajelan a Kolikê ji ber nexweşiyê hat girtin

23-11-2022
RÛDAW
Nîşan Kolik Semsûr Bazara Ajelan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ve, bazara ajelan ji ber nexweşiya tebeqê hat girtin.

Li navçeya Kolikê 17ê Mijdara 2022ê pêketiyên nexweşiya tebeqê hat tesbîtkirin. Şaredariya Kolikê, li ser belavbûna nexweşiya tebeqê, biryar da ku bazara ajelan bi awayekî demkî bê girtin.

Şaredariya Kolikê dibêje “Li bajarê me ji ber tesbîtkirina nexweşiya tebeqê tedbîrên biyoewlehî di asta herî bilind de tên cîbicîkirin, bi armanca rêgirtin li belavbûnê û nexweşiyan. Ji ber tedbîran bazara ajelan bi awayekî demkî hatiye girtin.”

Nexweşiya tebeqê, enfeksiyoneke ku ji ajelên du neynok çê dibe û zû belav dibe. Herwiha bo demeke dirêj bandora wê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst