Şeşemîn rûniştina doza Tahir Elçi îro birêve diçe

23-11-2022
RÛDAW
Nîşan Doza Tahir Elçi Tahir Elçi Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeşemîn rûniştina doza parêzerê Kurd û serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî ku sala 2015an di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin, îro demjimêr 10:00 li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê birêve diçe. Di çarçoveya dozê de 4 kes tên darizandin ku 3 jê polîs in.

Îro 23ê Mijdara 2022an şeşemîn rûniştina Doza Tahir Elçî li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin.

Dadgehê pêştir di rûniştina 15ê Hezîrana 2022ê de li ser daxwaza Serokê Baroya Amedê Nahit Eren, biryar dabû serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ku kuştina Tahir Elçi wek “kuştineke siyasî” binav kiribû, di rûniştina 23ê Mijdara 2022ê de wek şahid bê guhdarkirin. Lê dadgehê piştre li ser daxwaza Serdozgeriya Amedê bi piraniya dengan biryar da ku Ahmet Davutoglu di doza Tahir Elçi de wek şahid neyê guhdarkirin.

Nahit Eren 20ê Îlona 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandibû: “Li ser daxwaza Serdozgeriya Amedê 10emîn Dadgeha Cezayên Giran bêyî ku li benda dîroka rûniştina dozê be bi awayekî ne li gor usulê bi piraniya dengan biryar daye Ahmet Davutoglu di doza Tahir Elçi de wek şahid neyê guhdarkirin. Edalet zû yan dereng dê pêk bê.”

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî 28ê Mijdara 2015an dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida çapemeniyê, ketibû ber êrişeke çekdarî, gule li serê wî ketibû û di encam de canê xwe ji dest dabû.

Doza Tahir Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina doza Tahir Elçî 21ê Cotmeha 2020an birêve çûbû. Pêncemîn rûniştina doza Tahir Elçî jî 15ê Hezîrana 2022an birêve çûbû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst