Li Heseke rojnamevanek rastî îşkenceyê hat

23-11-2016
Samî Ergoşî
Heseke
Heseke
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Rojnamevan Îşkence
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, medyakarek hat destgîrkirin û rastî lêdaneke tund hat.


Çavkaniyekê ji Hesekê, ragihand ku êvara Sêşemê 22ê Mijdarê medyakarê bi navê Serdar Darî li ser destê asayişa Hesekê hate desteserkirin.


Bi gotina çavkaniya ji Hesekê, ku ji medyakarê kurd Serdar Darî nêzîk e, asayişê çavên Serdar girêdan û ew ligel xwe birin devereke nediyar.


Li gorî heman çavkaniya nêzîk ji Serdar û dîmenên piştî berdana wî, diyar dibe ku vî medyakarî lêdaneke tund xwariye. Di encamê de tûşî xwînberbûneke hundirîn bûye.


Gelek endamên laşê wî jî bi sedema lêdan û îşkenceyê êşiyane.


Çavkaniyê tekezî li ser wê yekê kir ku demjimêr 07:00ê êvara Sêşemê Asayişa Hesekê li kafîneteka wî ya li Taxa Miftî, Serdar girtin û ligel xwe birin.


Heman çavkaniyê got: “Demjimêr 12:00ê şevê di pêwendiyeke telefonî de kesekî ji wan re gotiye,  Serdar li cem me ye û rewşa wî ya tendirustî bi sedema lêdanê gelekî xirab e.”


Piştre hate zanîn ku Serdar birîndar û destgirêdayî li gundewarê başûrê Hesekê hatiye avêtin.


Sibeha Çarşemê malbata Serdar ew veguhestin nexweşxaneyên Hesekê.


Heta niha aliyên Rêveberiya Xweser ti zanyarî derbarê vê bûyerê ranegihandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst