RIHA – 45 roj in çalakiya Çetînerê didome: ‘Em li zarokên xwe xwedî derkevin’

23-09-2023
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Emine Gîzem Çetîner Asim Sultanoglu Çalakî Destdirêjî Ferîd Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çalakvana Mafên Mirovan Emine Gîzem Çetîner, 45 roj in bê navber diçe ber Rêveberiya Perwerdeyê ya Neteweyî ya Rihayê.

Emine Gîzem Çetîner dixwaze rêveberê perwerdeyê yê nû Asim Sultanoglu ji vî karî were dûrxistin.

Derbarê Asim Sultanoglu de sala 2016an ji ber destdirêjiya li 45 zarokên li Weqfa Ensarê ya li parêzgeha Karamanê lêpirsîn hatibû vekirin.

Asim Sultanoglu 7ê Tebaxa 2023yan li Rihayê dest bi kar kir.

Ji wê rojê ve nerazîbûnên li dijî Asim Sultanoglu berdewam in.

Emine Gîzem Çetînera ku çalakî dabû destpêkirin, pêlavên zarokan, pêlîstok û wêneyên ku zarokan xêz kirine li ber saziyê danîne.

Çetîner bangî hemû saziyên sivîl û partiyên siyasî dike da ku piştgiriyê bidinê.

“Xwedî li zarokên xwe derkevin”

Emine Gîzem Çetînera ku 45 roj in çalakiya xwe didomîne bang kir û got:

“Ev 45 roj in ez bi tenê çalakiyê dikim. Asim Sultanoglu, beriya 7 salan li Karamanê tecawizî zarokan kiribû.

Rêvebira Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê xwedî li zarokan derneket.

Heta ev rêvebir neyê guhertin ez dê dev ji çalakiya xwe bernedim.

Divê gelê Rihayê vî rêvebirî qebûl neke. Ez bangî hemû siyasetmendar û saziyên sivîl dikim ku xwedî li çalakiyê derkevin. Em li zarokên xwe xwedî derkevin.”

Ferîd Şenyaşar piştgirî da çalakiyê

Siyasetmedar û xelkên Rihayê jî carinan bi armanca piştgiriyê diçin cem Çetînerê.

Parlementerê YSPyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî piştgirî da çalakiyê û got:

“Vê serdema perwerdeyê ji bo Rihayê mixabin bi xêrê dest pê nekir. Du sedem hene: Ya yekem sedemên aborî ne û ya duyem rêveberê biguman ku kursiyê perwerdeya neteweyî dagir kiriye.”

Wê demê wêneyên Asim Sultanoglu bi mamosteyê tawanbar ê Weqfa Ensarê re derketibûn ku 508 sal ceza lê hat birîn.

Asim Sultanoglu wê demê red kiribû ku saziyên Weqfa Ensarê hene û bi hinceta dayîna zanyariyên xelet li ser wî lêpirsîn hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst