Li Amedê êrişa çekdarî: 2 kes birîndar bûn

23-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezan a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, doh di êrişeke bi çekan de 2 kes birîndar bûn.

Li Kolana Emek a li Taxa Mewlana Xalid a navçeya Rezanê, doh hinek kesên nenas bi motorsîkletê çûn pêş kargehekê û gule lê reşandin.

Di êrîşê de kesên bi navê O.K. û S.G. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs tîmên tenduristiyê û çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Amedê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Herwiha hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina êrişkaran dest bi kar û xebatan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst