Baroya Rihayê: Di 18 mehan de 988 zarok rastî destdirêjiyê hatine

23-09-2022
RÛDAW
Baroya Rihayê: Di 18 mehan de 988 zarok rastî destdirêjiyê hatine
Baroya Rihayê: Di 18 mehan de 988 zarok rastî destdirêjiyê hatine
Nîşan Baroya Rihayê Destdirêjiya Zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Rihayê ragihand ku li parêzgeha Riha ya Bakûrê Kurdistanê di dema 18 mehan de nêzîkî 988 zarok rastî destdirêjiya cinsî hatine ku hejmareke gelekî zêde ye û bûye cihê matmayînê.

Baroya Rihayê raporeke di navbera 1ê Çileya 2021an û 1ê Tîrmeha 2022an de li bajêr cih digire bi raya giştî re parve kir.

Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol îro Înê 23ê Îlona 2022an beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rapora destdirêjiya zarokan axivî.

Li gor rapora Baroya Rihayê bi giştî di 18 mehên borî de 8 hezar û 290 zarok weke qurbanî di sîstema dadweriya tawanan de hatine tomarkirin. Hejmara zarokên ku ji bo tawanan hatine handan 8 hezar û 972 zarok bûne. Ji sedî 10ê wan di bin 12 saliyê de ne, ji sedî 21ê wan, di navbera 12 û 15 saliyê de ne û ji sedî 69ê wan jî temenê wan ji 15 heya 18 salî ne.

Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol anî ziman, “Xizmeta me ya Înfazê ya Dadgehên Cezayê heye. Li gorî qanûnê em ji bo zarokên ku dikevine nav sûcan û mexdûr, parêzer tayîn dikin. Hêjmarên ku me weşandine daneyên jimareyî yên li ser peywirên ku me di heyama salek û nîvê di navbera 01.01.2021-01.07.2022 de kirine ne. Hem ji bo zarokên ku têne xistin nav sûcan hem jî ji bo zarokên mexdûr tayînkirina parêzeran e. Ev hejmar daneyên tayînkirina parastina mecbûrî ya di encama peywirdarkirina dozger û dadgehan de ne.”

Yek ji beşên herî giring ê raporê, rêjeya zêde a destdirêjiya ser zarokan e ku di dema 18 mehan de 988 zarok rastî vê destdirêjiyê hatine.

Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol li ser bilindbûna hejmara destdirêjiya li zarokan got, “Li Tirkiye û cîhanê pêvajoyeke pandemiyê hebû. Em dibînin ku hem pirsgirêkên ku di pêvajoya pandemiyê de hatine dîtin û hem jî krîza aborî ya li Tirkiyê ku li herêma Rihayê hejmareke zêde ya penaberan heye, sedemên sereke yên zêdebûna vê hejmarê ne û roj bi roj zêde dibin. Her wiha me dît ku ev hejmar ji ber kêm bikaranîna çavkaniyan û kêmasiya tedbîran pir zêde bûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst