Qamişlo (Rûdaw) - Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi hevbeşî di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de tê birêvebirin, nûnerên Şamê di komîteya nivîsandina destûra nû de hene, lê nûnerên Rêveberiya Xweser di komîteya destûrê de tune ne, tevî ku ji sedî 30 axa Sûriyê di bin destê wê de ye û ji sedî 20ê xelkê wî welatî li navçeyên di bin desthilatê wê de dijîn, heya niha ti îtîraf pê nehatiye kirin.
Endamê Serkirdayetiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku baskê siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye, Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê re ragihand, eger nûnerên wan di komîteya destûra nû de beşdar nebin, ew komîteya han nûneratiya Kurdan nake û ew jî îtîrafê bi wê nakin.
Nesredîn Ibrahîm got: “Ev komîte Sûriya temsîl nake lewma em wek MSD û Rêveberiya Xweser, eger em beşdar nebin, ev komîteya han temsîla tevahiya gelê Sûriyê û Kurdan nake, ne opozisyon û ne hikumet îtîraf bi mafê Kurdan nakin, lewma dê xebata me berdewam be.”
Di demekê de ku çarenivîsa Rêveberiya Xweser nediyar e, du endamên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser pişka opozisyonê di komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê de beşdar in.
ENKS dibêje, neyekrêziya navmala kurdî, yek ji derencamên siyasetên şaş ên hin aliyan e û sedema sereke ya beşdarînekirina Kurdan wek netewa duyem û kiyaneke serbixwe ye.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê, Nafih Ebdullah li ser vê yekê ji Rûdawê re dibêje, hemû aliyên Kurdî di komîteya destûrê de beşdar nabin, lê bi nerîna wan beşdariya wan dê rasttir ba.
Nafi Ebdullah got: “Em dibînin ku eger hemû aliyên Kurdî têde beşdar bibana, dê ev ya rast û ya dirist ba, lê ne em rêgirin li ber wê, civaka navdewletî ew qebûl nekirine, lê em wek ENKSê beşdar in, û em beşdarûna me dibînin ku rast û dirist e, ji ber nebeşdarbûna me kêşe ye, lê beşdarbûna me çareseriyek e.”
Piştî 8 salan ji şer, kuştin û talankirinê, 74 gerên danûstandinên Netewên Yekbûyî, 13 gerên hevdîtinên Astane û 9 gerên Cenêvê, niha krîza Sûriyê derbasî qonaxeke din dibe, destûr jî navnîşana wê qonaxa nû ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse