Li Dêrsimê 7 roj in agirê daristanê nayê vemirandin

23-08-2021
RÛDAW
Wêne: Twitter
Wêne: Twitter
Nîşan Dêrsim Xozat Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê daristanê ku berî 7 rojan li navçeya Xozatê ya parêzgeha Dersîma Bakurê Kurdistanê derketibû heta niha jî nehatiye vemirandin.

Li gundê Koçerî yê ser bi navçeya Xozata Dersimê, di 17ê Tebaxê de agir bi daristanê ket.

Ji ber ku midaxele nayê kirin agir heta niha dewam dike. Di encama agirê ku heft roj in berdewam dike, heta niha qadeke mezin ya daristanê şewitiye.

Li gor çavkaniyên xwecihî, agir di dema operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê de derketiye û operasyon heta niha jî li wê herêmê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst