Dêrsim - Di encama agir de 150 donim zevî şewitî

17-08-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Dêrsimê ragihand ku di encama agir de zerareke canî û madî çênebûye lê 150 donim zevî şewitiye.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê, şeva borî ji ber têlên elektrîkê li hev ketine li navçeya Paxê demjimêr 23:25an agir bi zeviyê ketiye û midexale hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi 3 tîmên agirvemirandinê, 3 TOMA, 2 makîneyên kar û hejmarek hêzên leşkerî midexaleyî agir hatiye kirin.

Parêzgariyê da zanîn li gorî lêkolîna destpêkê, 150 donim zevî şewitiye lê zerareke canî û madî çênebûye.

Hatiye ragihandin ku agir hatiye kontrolkirin û kar û xebatên sarkirinê berdewam e.

Li aliyê din, li 5 parêzgehên Tirkiyeyê jî agir bi daristanan ketiye û li gorî zanyariyên destpêkê di encam de zêdeyî 5 hezar hektar daristan û cihên niştecihbûnê şewitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst