Birayekî Şivan Perwer canê xwe ji dest da

23-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birayê hunermendê navdarê Kurdistanê, Şivan Perwer ê bi navê Xelîl Aygun, li Rihayê di 74 saliya xwe de ji ber Coronayê canê xwe ji dest da.

Xelîl Aygunê ku li gundê Xerabreşkê ya navçeya Siwêrega ser bi parêzgeha Rihayê dijiya, berî 18 rojan bi Coronayê ketibû.

Piştî pêketina bi Coronayê dermankirina Xelîl Aygun dest pê kiribû lê ew baş nebû û roja Yekşemê 22ê Tebaxa 2021 canê xwe ji dest da.

Xelîl Aygun li Rihayê cotkarî dikir û 10 zarokên wî hebûn.

Birayekî din ê Şivan Perwer, ê bi navê Ezîz Aygun jî ku li Belçîkayê dijiya, di meha Nîsana 2021ê de ji ber Coronayê canê xwe ji dest dabû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst