IHD: Li Bakurê Kurdistanê binpêkirinên mafan zêde bûne

23-08-2021
RÛDAW
Nîşan IHD Amed Bakurê Kurdistanê Binpêkirin Îşkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa parêzgeha Amedê ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) diyar kir ku di 6 mehên 2021ê de 922 kes hatine desteserkirin û ji wan 161 kes hatine girtin û binpêkirinên mafan, zext û îşkence zêde bûye.

Şaxa parêzgeha Amedê ya Komeleya Mafên Mirov (IHD)  raporta binpêkirina mafên mirov li a  6 mehên 2021ê li Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê IHDê Rahşan Bataray Saman destnîşan kir ku di 6 mehên 2021ê de binpêkirinên mafên mirov bi awayeke sîstematîk zêde bûne û di encama polîtîkayên dewletê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê tabloyeke metirsîdar derketiye holê.

Li gor raportê di şerê navbera Artêşa Tirkiye û PKKê li herêmê; 29 polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 17 jî birîndar bûne, 129 endamên PKKê  jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 2 kes jî birîndar bûne.

Di operasyona Artêşa Tirkiyê ya li Başûrê Kurdistanê de li çiyayê Gare 12 leşker û polîs ji aliyê PKKê hatine girtin û welatiyeke ji Iraqê jiyana xwe ji dest da ye.

Herwiha di raportê de tê gotin; Herî kêm 42 kes di proseya desteserkirinê de rûbirûyî îşkence û zextê hatine, 54 kes jî li derve rûbirûyî îşkenceyê hatine û 50 kesên di girtîgehan de rûbirûyî îşkenceyê hatine

Li gor raportê di 6 mehan de 21 kes ji wan zarok bi giştî 992 kes hatine desteserkirin, ji wan 161 kes hatine girtin, derbarê 1 kesî biryara cezayê girtina li malê hatiye dayîn, di ser 739 mal û kargehan de hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst