Îlham Ehmed: Êrişên Tirkiyê ragihandina qonaxeke nû ya şer e

23-08-2021
RÛDAW
Nîşan Rojava MSD Îlham Ehmed Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî berdewamiya êrişên Tirkiyê yên bi dornan di nav axa Rojavayê Kurdistanê de, Hevseroka Desteya Rêveber a Encûmena Sûriyeya Demokraîtk MSDê, Îlham Ehmed di peyamekê de ragihand, êrişên nû yên Tirkiyê ragihandina “qonaxeke nû ya şer” e û bang li civaka navdewletî kir, “êrişên Tirkiyê rawestînin”.

Rêveberiya Xweser ragihandiye, ku Artêşa Tirkiyê bi dronekê otomobîlek li ber Mala Birîndaran li Qamişlo kiriye armanc û li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, 3 kes birîndar bûne.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo, Berzan Ferman da xuyakirin, ku drona Tirkiyê otomobîleke ji curê Toyota Land Cruiser li gundê Hîmo yê li rojavayê bajarê Qamişlo li ber "Mala Birîndaran" a Rêveberiya Xweser kire armanc.

Bi gotina Berzan Ferman, di otomobîlê de 3 kes ji karmendên Rêveberiya Xweser hebûne ku di êrişê de birîndar bûne û tê gotin, birîna yek ji wan kesan giran e.

Hevseroka Desteya Rêveber a Encûmena Sûriyeya Demokraîtk MSDê, Îlham Ehmed di peyamekê de li ser tora civakî ya Twitterê ragihandiye ku êrîşên Tirkyê li navçeyên agirbestê, ragihandina “qonaxeke nû ya şer” e û “Tirkiye li dijî gelê ku şerê terorê kiriye, êrîşan pêk tîne”.

Îlham Ehmed di peyama xwe de ku roja Yekşemê 22ê Tebaxê belav kiriye, destnîşan kiriye ku ew daxwazê ji aliyên garantor û civaka navdewletî dikin ku berpirsiyariya xwe bînin cîh û êrîşên Tirkiyê rawestînin.

Îlham Ehmed wiha gotiye: “Êrîşên nû yên Tirkiyê li ser herêmên agirbestê yên Rûsya, Amerîka û Tirkiyê. Êrîş qonaxek nû ya şer nîşan dide ku Tirkiye li dijî gelê ku bi terorê re şer kiriye û li hember zilmê li ber xwe dide. Em bang li aliyên garantor dikin ku berpirsiyariya xwe bînin cih û êrîşên Tirkiyeyê rawestînin.”

Encûmena Sûriyeya Demokratîk MSDê jî derbarê êrişên vê dawiyê yên Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.

MSDê di daxuyaiya xwe de ragihandiye ku Tirkiyê êrîşên dijminane li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêhtir kirine û di encama êrîşên Tirkiyê de, li Qamişlo û Til Temir şehîd hebûne.

Di heman çarçoveyê de, MSD wan êrîşên Tirkiyê li navçeyên agirbestê şermezar dike û hikûmeta Rûsyayê, weke garantor, di ber wan êrîşan Tirkiyê de berpirs dibîne û daxwazê ji hikûmeta Rûsyayê dike ku sînorekî ji êrîşên Tirkiyê re deyne.

MSD wan êrîşên Tirkiyê weke tawanên li dijî mirovahiyê û binpêkirin li dijî yasayên navdewletî bi nav dike û dibîne ku ew nîşaneke metirsîdar e ji bo bêserûberiyeke mezin li navçeyê û daxwazê ji Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê dike ku helwesta xwe diyar bikin.

Êrişa roja Yekşemê ya li ser otomobîleke Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo,  çarem êrîşa bi dronan e ku di nava 4 rojan de li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên encamdan.

19 Tebaxa 2021ê baregeheke HSDê li Til Temirê kete ber bombebarana dronên Tirkiyê û di encamê de 4 kesan canên xwe ji dest dan.

Di heman roja 19 Tebaxa 2021ê de, li ser rêya Qamişlo-Amûdê otomobîlek hate bombebarankirin û kesekî canê xwe jidest da.

Ev êrîşa 22yê Tabaxê jî li guhdê Hîmo yê ser bi Qamişlo berdewamiya wan êrîşan e, hevdem dronên artêşa Tirkiyê li esmanê navçeyê carcaran têne dîtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst