Amêdî: Tirkiyê xalên leşkerî danîne û bombebaran zêdetir kirine

23-07-2023
Nayîf Remezan
Amêdî: Tirkiyê xalên leşkerî danîne û bombebaran zêdetir kirine
Amêdî: Tirkiyê xalên leşkerî danîne û bombebaran zêdetir kirine
Nîşan Amêdî Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêzeçiyayên Metîn ên Amêdiyê yê parêzgeha Duhokê di bin bombebaraneke dijwar de ye. Operasyona Pence-Kilîl li devera Nihêlê belav bûye û şerê di navbera PKK û Tirkiyê de gurtir bûye.

Revend Guherzê yê xelkê herêmê got, “Guherzê, Berçî û Belave ku çend gundên li ser sînor in, bombebaran tenê 200 metreyan dûrî wan e. Bax û bîstanên xelkê hene lê hemû hatine valakirin û kes newêre ji malên xwe derkeve.”

Artêşa Tirkiyê di 3 rojên borî de li devera Nihêlê 10 xalên cuda yên leşkerî danîne. Fermandarek dibêje, xalên xwe yên leşkerî li cihên bilind û stratejîk bi cih kirine û li her xalekê zêdetirî 1000 leşkerî bi cih kirine.

Fermandar Hesen Sêrî anî ziman, “Xalek li herêma Berwariyê danîne, alayek li herêma Nihêlê, yek jî li herêma Baniya Kero û alayeke din jî li herêma Nêrweyê. Her wiha li herêma Rêkanê jî xalên leşkerî danîne û hejmareke zêde ya leşkeran lê ye.”

Rewşa 5 gundên nêzîkî herêma operasyonê her ku diçe xirabtir dibe. Di nava hefteyekê de 3 caran agir bi zeviyên gundiyan ketiye û metirsiya valakirina gundan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst